Sira behîvên şîn ên Mêrdînê çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, ji bilî cihên dîrokî û çanda dewlemend, çerezên xwemalî jî bûne nîşaneyeke girîng û bala geştyaran dikişînin.

Her geştyarê ku diçe Mêrdînê bêyî ku tama van çerezan bike û ji bo diyariyan bikire, venagere.

 Ev yek jî bûye piştgiriyeke mezin ji bo aboriya bajêr.

"Sira şekirê behîvan"

Bi taybetî şekirê behîvan ê ku bi rengê xwe yê şîn tê naskirin, gelekî navdar e.

Endezyara Xwirekê Sevgi Yurtê behsa çêkirina şekirê behîvan kir û got:

“Behîvên ku tên qewirandin piştre di beroşên mezin de bi şerbeteke taybet re tên tevlihevkirin.

Piştre behîv rengê şîn werdigrin û amade dibin. Piştre jî li odeyên bêhnvedanê tên cemidandin.

Piştre jî behîv tên paketkirin û ji bo firotinê amade dibin.”

"Ji 7 salî heta 70 salî her kes dixwe"

Çerezfiroş Mehmet Şah Hazar jî diyar kir ku ev çerez bi awayekî xwezayî tên amadekirin û got:

“Rengê xwe ji koka dara lahorê werdigre û berhemeke xwezayî ye.

Li gel ku xwezayî ye sûda wê ji bo birînên nav devê mirovan jî heye. Ji 7 salî heta 70 salî her kes dikare bixwe.”

"4 milyon geştyar çûne Mêrdînê "

Ev eleqeya zêde ya li hemberî çerezan, bi zêdebûna hejmara geştyaran re zêde dibe.

Bajarê Mêrdînê, li gel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî bi niştecihên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî pêkvejiyanê ye.

Li gorî amarên Komeleya Geştyarî û Otelvanan a Mêrdînê, sala 2024an 900 hezarê wan şeveder bi tevahî 4 milyon geştyaran Mêrdîn ziyaret kiriye.