SÊWAZ - Di qezayeke trafîkê de 20 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bilekanê ya Sêwazê, minîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhast û otomobîlek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn ku 18 ji wan karker bûn.
Qeza îro li ser rêya di navbera Sêwaz û Erzinganê de qewimî.
Piştî lihevketinê minîbus wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristî û polîsan çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê her 20 kesên birîndar piştî midaxeleya destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bilekanê.