Çiyayê Nemrûdê di 7 salan de mazûvaniya milyonek kesî kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê di 7 salên dawî de mazûvaniya milyonek û 38 hezar geştyaran kiriye.

Her sal bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî hildikişin Çiyayê Nemrûdê ku bi bilindahiya xwe ya 2 hezar û 150 metreyî, wekî yek ji cihên herî xweş ên temaşekirina rojê tê zanîn.

Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê Mehmet Yelken got:

“Meha Gulanê geştyarî dest pê dike û heta hefteya yekem a Tîrmehê didome.

Wekî ku tê zanîn herêmên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê pir germ in.

Ji ber wê jî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de geştyarî kêm dibe.

Piştre ji serê meha Îlonê dest pê dike û heta meha Çiriya Paşînê didome.”

Di 8 mehên destpêkê yên îsal de 137 hezar û 204 geştyar çûne ser Çiyayê Nemrûdê ku ji wan 14 hezar û 570 kes biyanî bûne.

Geştyarê bi navê Ramazan Çorak heyraniya xwe ya ji bo Nemrûdê anî ziman:

“Herî dawî ez 30 sal berê hatibûm Nemrûdê. Îro jî heman bedewî heye.

Mirov matmayî dimîne ku heta niha li ser pêyan maye.”

Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire, bi peykerên xwe yên qerase û dîmenên nuwaze yên hilatin û avabûna rojê navdar e.