Duhok (Rûdaw)- Civîna partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi rêvebiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dest pê kir.
Rêvebirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê (EGRK) duhî hatin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Tê gotin, di civîna encumenên Rojavayê Kurdistanê de dê rewşa Kobanî, avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş û nakokiyên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Hat zanîn civîn bi daxwaza Mesud Barzanî hat pêkanîn.
Ji şanda ENKSê 11 û ji ya TEV-DEMê jî 7 kes beşdarî civinê bûn.
11ê Tîrmeha 2012an 15 partiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi rêvebiriya Mesud Barzanî hatibûn ba hev û Mutebaqata Hewlerê imzê kiribûn. Piştî vê civînê Encumena Niştimanî ya Kurd hatibû damezirandin.
Lê belê peyman heta niha nehat pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse