Mûsil/Herdan - Çekdarên DAIŞê 14 caran êrişî hêzên Pêşmerge kirin!

14-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li eniya Herdanê ya li nêzîkî bajarê Mûsilê 14 caran êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.

Duh êvarê li eniya Herdanê ya nêzîkî Mûsilê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.

Efserê Pêşmerge Silêman Mihemed li eniya şer ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê li gundê Çiyayê Şikeftê bi otomobîleke topavêj nêzîkî çeperên Pêşmerge bûn lê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.

Silêman Mihemed da zanîn, di encama bombebaranê de otomobîla DAIŞê hat teqandin û 4 çekdarên DAIŞê tê de hatin kuştin.

Wî efserê Pêşmerge her wiha ragihand, li heman eniya şer çekdarên DAIŞê duh danê sibê jî 13 caran êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.

Ji aliyekî din, çekdarên DAIŞê çeperên Pêşmerge yên li nav gundê Wankê yê Mûsilê dan ber topan lê balafirên şer bersiva wan dan, di encamê de derbên giran li wan ketin.

Fermandeyekî Pêşmerge li wê eniya şer ji Rûdawê re got, di wê bombebaranê de herî kêm 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku li hinek cihên devera Wankê di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de tenê 300 metre heye lewma hêzên Pêşmerge dîtine ku otomobîleke DAIŞê di encama bombebarnê de hatiye şewitandin û tevahiya çekdarên tê de jî hatine kuştin her wiha doşkayek û topeke 120 mm yên DAIŞê jî hatine teqandin.

Li gorî agahiyan, di wan şer û êrişan de tiştek bi pêşmergeyan nehatiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst