Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewa ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewa ye û vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîst e bi berçavgirtina şirîkbûnê pêk bê.

 

Roja Şemiyê (13.10.2018) li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Fetih a bi Serokayetiya Ebu Cîhad kir.


Li gor daxuyaniya nivîskî di hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Fetih ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.


Di heman demê de şanda Hevpeymaniya Fetih ew yek e jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera herdu aliyan de û çareserkirina kêşe û giriftan dê dii berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de bê.


Li gor heman daxuyaniyê Serok Mesûd Barzanî jî bi zelaî behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ev yek jî dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîst e li ser bingeha lihevkirin û berçavgirtina şirîkbûnê bê.