Nêçîrvan Barzanî: Li Îraqê qonaxa bê ya bicihanîna destûrê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartinên vê carê yên Îraqê “gelekî girîng” û “qonaxeke gelekî hestiyar” in.
Nêçîrvan Barzanî ji xelkê Kurdistanê û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwest ku “dengê xwe bidin PDKyê”.
Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku qonaxa bê ya li Îraqê qonaxa bicihanîna destûrê ye, ji ber vê yekê ev hilbijartina Parlamentoya Îraqê wekî hilbijartineke “gelekî girîng” bi nav kir û got:
“Divê em PDKyê bi awayekî gelekî xurt bişînin Parlamentoya Îraqê”.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Dema mijar dibe doza Kurd û mafên wan, PDKyê wekî xwedî mal dibînin” û wiha anî zimên, “PDK li kû derê be, avadanî li wê derê ye.”
“Divê em PDKyê bi hêz bişînin Bexdayê”
Alîkarê Serokê PDKyê amaje pê kir ku “ev hilbijartin, hilbijartineke asayî nîne” û axivî:
“Ez dixwazim ji we re bibêjim ku ev qonaxeke gelekî girîng e li Îraqê, berê me qonaxek hebû ku hikûmeta nû ya Îraqê hat damezirandin, destûr hat nivîsandin û pênaseya Îraqê hat kirin, lê pişt re Îraq ket nava gelek pirsgirêkan, wekî şerê navxweyî û şerê DAIŞê.”
Ji ber vê yekê Nêçîrvan Barzanî got, “Ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê girîng in, ji ber ku li Îraqê destpêkek çêdibe ku ew jî bicihanîna destûrê ye.