Li Efrînê talan û destdirêjî: Çekdaran zêr û pereyên malbatekê dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - SOHRê ragihand ku çekdarên koma bi navê “Lîwaya Semerqendê” a girêdayî “Artêşa Niştimanî” ya li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi ser malekê de girtiye û talan kiriye.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdaran li gundê Rûtayê yê navçeya Mabatayê bi ser mala welatiyekî 60 salî de girtiye, destdirêjî li hevjîna wî kiriye û pere û zêrên wan dizîne û piştre reviyane.

Hat zanîn ku xwediyê malê bi darê zorê hatibû koçberkirin û vê dawiyê vegeriyabû da ku mala xwe nûjen bike û berhema xwe ya zeytûnan kom bike.

SOHRê her wiha ragihand ku li gundê Çeqelê Comê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, çekdaran li welatiyekî 50 salî û hevjîna wî da bûn.

Çekdaran zêr, pere û telefonên wan dizîbûn û gefa kuştinê li wan xwaribû.

Li gorî çavkaniyên SOHRê, unîformayên hêzên ewlehiya giştî yên hikûmeta Sûriyeyê li wan çekdaran bûne.