Tuncer Bakirhan: Aştiya li Tirkiyeyê herî zêde sûdê dide aboriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

 Bakirhan tekez kir ku aştiya li Tirkiyeyê, demokrasiya li Sûriyeyê û îstiqrara li Rojhilata Navîn dê herî zêde sûdê bide aboriya Tirkiyeyê.

Komîsyona çareseriyê û banga guhdariya Ocalan

Tuncer Bakirhan bal kişand ser sala nû ya yasayî û got ku Komîsyona ku li parlamentoyê ji bo çareseriyê hatiye avakirin zemîneke girîng e.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku hemû beşdarên Komîsyonê li ser yek xalê hemfikir bûne û got, ”Divê çareserî hebe, divê mirin bi dawî bibin."

Bakirhan anî zimên ku civak li benda guhdariya Abdullah Ocalan e û got, "Em hemû şahid in ku dema Birêz Ocalan diaxive zemîna çareseriyê xurt dibe.

Divê em ji bo çareserkirina pirsgirêkeke sed salî bi wêrekî tevbigerin û pêşdaraziyên xwe deynin aliyekî.

Divê em hevdîtina Komîsyonê ya bi Birêz Ocalan re nekin tabû; demokrasî ne bi tabûyan, bi muzakereyên demokratîk bi pêş dikeve."

Daxwazên DEM Partiyê û banga yekîtiyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê behsa daxwazên partiya xwe kirin û ew wiha rêz kirin:

“Welatîbûna destûrî ya ku her kesî di nav xwe de dihewîne.

Serweriya hiqûqê, ne ya keyfiyetê.

Esasgirtina îradeya gel, ne ya qeyûman.

Azadiya raman, çapemenî û rêxistinbûnê.

Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê.

Demokrasiyeke ku biryar ji herêmê derkevin.

Sererastkirina qanûnên bingehîn.

Azadbûna girtiyên nexweş û siyasî.

Vegera kesên ji ber sedemên siyasî li sirgûnê ne.”

Bakirhan tekez kir ku ev daxwaz ne zêde ne lê standardên herî kêm ên demokrasiyeke hevdem in û got, "Dema hiqûqa Kurdan were naskirin, Tirkiye demokratîk dibe û Rojhilata Navîn îstiqrarê bi dest dixe."

Xizaniya kûr û banga aştiya aboriyê

Siyasetmedarê Kurd Bakirhan bal kişand ser rewşa aborî ya giran a li Tirkiyeyê û got, "Mixabin em di sed saliya Komara Kurdistanê de xizaniya herî kûr dijîn.

Meaş têr nakin. Meaşê herî kêm 22 hezar lîre ye lê sînorê birçîbûnê gihiştiye 28 hezar lîreyî. Sînorê xizaniyê 91 hezar lîre derbas kiriye.

Em wekî DEM Partiyê dibêjin 'aştî' lê em tekez dikin ku yek ji aştiyên herî girîng jî aştiya aboriyê ye.

Aştiya aboriyê binesaziya hemû aştiyan e û rêya wê jî wekî aştiya siyasî, di avakirina wekhevî û dadmendiyê re derbas dibe."