Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Pirdeşalê ya Qendîlê dronek ket xwarê.
Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê,Dilşêr Îbrahîm ji Rûdawê re got, "Dron li navbera gundên Pirdeşal û Zergelê hatiye xistin."
Çavkaniyekê ji herêmê jî ji Rûdawê re got, "Dron ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye xistin."
Hevserokê Şaredariya Binara Qendîlê her wiha got, "Cihê ku dron lê ketiye girek e û pûş lê nîne, ji ber vê yekê ti ziyana canî û madî çênebûye."
Li gorî gotina Dilşêr Îbrahîm, "Dron ya Tirkiyeyê bû."
#VÎDEO - Li Qendîlê dronek ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 14, 2025
🛑 Li herêma Pirdeşalê ya Qendîlê dronek ket xwarê pic.twitter.com/dtP1Pz5OrP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse