Fewzî Herîrî: Li Bexdayê di nav partiyên Kurdan de lihevkirinek çêbûye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku di navbera aliyên Kurdan de lihevkirinek heye da ku li Bexdayê li ser mijarên parlamentoyê û hikûmetê helwesteke hevbeş nîşan bidin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha bangî partiyan kir ku di kampanyayên hilbijartinê de daxwazên xelkê û xizmetguzariyê bixin pêşiya her tiştî.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji Rûdawê re got:

“Berpirsyariya aliyên siyasî ew e ku pirsgirêkên xelkê, xizmetguzariyên giştî û başkirina asta jiyanê bixin pêşiya her tiştî. Ev peyama me ye.

Divê başbûna jiyana xelkê bibe bernameya sereke ya partiyan. Dirûşm ne bes in, ya girîng ew e ku bi kiryarê xizmeta xelkê bê kirin."

Fewzî Herîrî rola dîrokî ya Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya siyasî ya Îraqê de bi bîr xist û got:

“Herêma Kurdistanê piştî sala 2003yan li Îraqê di pozîsyona 'kingmaker' (diyarkerê sereke) de bû.

Partiyên Kurdan bi taybetî PDK û YNK biryar didan ka kî dibe serokwezîr, heta kî dibe wezîr. Lê îro ev hêza me gelek kêm bûye."

Fewzî Herîrî sedemên vê rewşê wiha rêz kirin:

"Partiyên siyasî yên Îraqê tecrûbe bi dest xistin, rola welatên cîran zêde bû û mixabin pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî tevlî vê tabloyê bûn.

Dema parlamentoya Îraqê hat damezirandin, di nav 220 endaman de nêzîkî 70 endamên me hebûn.

Lê niha, di parlamentoya ku ji 329 endaman pêk tê de, tenê nêzîkî 60 endamên me hene û mixabin ji wan 60 endaman, herî zêde 40 kes jî nikarin li ser ti mijaran helwesteke hevbeş nîşan bidin."

"Li ser mijarên sereke di navbera PDK û YNKyê de lihevkirin çêbûye"

Herîrî da zanîn ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de van rojan li ser hinek mijarên bingehîn lihevkirin çêbûye û got:

“Di navbera her du partiyên sereke de li ser mijarên bingehîn ên wekî mûçe, budce û mijarên Pêşmerge lihevkirinek çêbûye.

Ev dibe ku bibe destpêka helwesteke hevbeş a ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re.”

"Divê kampanyayên hilbijartinê tund nebin"

Fewzî Herîrî bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û got:

“Em hêvî dikin ku kampanyayên hilbijartinê gelekî tund derbas nebin.

Lê neavakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bê guman bandorê li kampanyayên hilbijartinê bike."

Fewzî Herîrî da zanîn ku xelkê Kurdistanê berê li gorî deverên din ên Îraqê bêtir xizmet dîtine û got:

“Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku xelk bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibe.”