Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Kurdistanê: Îsal 44 karker mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di nava salekê de 44 karker li ser karên xwe mirin.

Li gorî amarên Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê, îsal li Herêma Kurdistanê di qezayên li ser kar de 44 karker mirin.

Piraniya karkerên ku mirine li Silêmaniyê bûne û li pey wê Hewlêr, Dihok û Zaxo tên.

Endamê Desteya Birêvebiriyê ya Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Kurdistanê Ebdulqadir Nawperdanî ji Rûdawê re ragihand:

"Îsal heta niha li Silêmaniyê 15, li Hewlêrê 10, li Dihokê 9 û li Helebceyê jî karkerek di qezayên kar de canê xwe ji dest daye."

Ebdulqadir Nawperdanî amaje bi qezayên li navçeyan jî kir û got:

"Li Soranê 4, li Zaxoyê 3 û li Germiyanê jî 2 karker mirine."

Yek ji bûyerên dawî yên mirina karkeran jî doh li parzûngehên Kiwaşê yên li navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê rû da.

Di dema valakirina sotemeniyê de teqînek çêbû û di encamê de 2 karker mirin.

Li gorî amarên Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Kurdistanê, par di qezayên li ser kar de 62 karker miribûn.

Li gorî amarên Yekîtiyê, di 10 salên dawî de hejmara karkerên ku li ser kar mirine wiha ye:

Sala 2024an: 62 karker

Sala 2023an: 53 karker

Sala 2022an: 41 karker

Sala 2021ê: 37 karker

Sala 2020an: 35 karker

Sala 2019an: 38 karker

Sala 2018an: 25 karker

Sala 2017an: 16 karker

Sala 2016an: 62 karker