Duh heta îro Dêrsima Kurdistan


Dêrsim (Rûdaw) - Ev agahiyên ku Mûnzûr Çem bi Rûdawê re parve kirin, wê ezber û klîşeyên gellek seriyan serobino bike. Di sala 1985ê de hewlên dewletê yên ‘dûrxistin Elewîtiyê ji Kurdbûnê“ û “Tirk-Îslamîkirina Elewiyan“ wî han dide ku di vê qadê de kûr û hûr bibe.

Kurdên elewî kî ne, ji kû hatine, dînê wan li Kurdistanê nêzîkî kîjan dînan e? Dêrsimî xwe çawa bi nav dikin, çima li cem wan peyva “Zaza“ tê wateya biçûkxistinê? Di salên 1860î de hîmê yekem hizr û ramana netewî ya nûjen çawa ji aliyê bavê Seyîd Riza û hevalên wî ve hatiye avêtin? Nav û armanca desteya bavê Seyîd Riza û hevalên wî ava dike çi ye? Gelo çima Dêrsim bi temamî tevlî Serhildana Şêx Saîd nebû? Kîjan xizmê Şêx Saîd ji bo arîkariya Seyîd Riza û hevalên wî ji Rojavayê Kurdistanê dikeve ser rêya Dêrsimê. Gelo li Bakur di navbera Kurdên elewî û sunî de hîç şerê dînî çêbûye? Serokê Alayên Hamîdiye çawa karîbûye bêyî pasevan û zêrevan li nav Dêrsimê bigere? Guhertinên li Tirkiyê tên çi watayê? Tirkiye çawa dikare bibe hêzeke cidî û mezin? Mûnzûr Çem dibêje ku li Başûr asîmîlasyon û bişaftin heye. Ev hevoka wî tê çi wateyê? Rexne û hêviyên wî ji Herêma Kurdistanê çi ne?

 

Dema gotin tê ser Dêrsimê, yek ji çavkaniyên herî baş, dibe ku ya baştirîn jî be, Mûnzûr Çem e. Ji ber ku hem lêkolerekî çalak û jêhatî ye, hem jî nirxên xwe yên mirovî ji gehwer û axa Dêrsimê wergirtine. Her çend navçeya wî Gêxî niha ser bi bajarê Çewlîkê be jî, wekî dîrokî, çandî û zaravayî devera wan ser bi herêma Dêrsimê ye.

 

Nivîskariya Mûnzûr Çem vedigerê salên 1970yî. Di wan salan de bi gotarnivîsiyê destpêdike. Ji ber derçûyê beşa aborînasiyê ye, di sala 1975ê de di kovara Ozgurluk Yolû (Rêya Azadî) de gotarên têkildarî aboriyê dinivîsîne.

Beriya derbeya leşkerî ya 1980î li Tirkiyê, ji ber ku derheqê wî de lêpirsîn heye, ew derdikeve Ewropayê. Li Ewropayê edîtoriya kovara Dengê KOMKARê dike, ku ji aliyê Komeleyên Karkerên Kurdistanê KOMKARê ve dihat derxistin. Li Ewropayê zêdetir giraniya xwe dide ser xebatên rewşenbîrî û karûbarên nivîskariyê. Pirtûka wî ya destpêkê li ser aboriyê derdikeve. Lê naveroka gotarên wî bi siyasetê tije ye.

 

Dêrsimîbûyîna wî wiha lê dike ku li ser qirkirina Dêrsimê ya 1938-1939ê kûr bibe. Romana xwe ya destpêkê bi navê ‘Gulumse Dêrsim’ (Bikene Dêrsim) çap dike.

Ew li ser du babet û qadan bi taybetî radiweste. Yek jê zaravê kirmanckî, ya din baweriya “Raya Heq“ an jî Elewîtî ye. Her çend berhemên Mûnzûr Çem li ser berhevkirina kelûpelên folklorîk, xebatên li ser rêziman û ferhengê jî hebin, zêdetir xelk wî wekî lêkolerekî pispor li ser baweriya Kurdên elewî (Raya Heq) û mîtolojiyê nas dike.

Sedema bi berfirehî destpêkirina xebatên xwe yên di vî warî de, ew wiha tîne ziman: “Di sala 1985ê de li Tirkiyê pirsa Elewiyan ket rojevê. Ji gotûbêjên dihatin kirin min dît ku ev pîlaneke dewletê ye, dixwest Elewiyan bihelîne. Du armancên dewletê hebûn: Yek jê ew bû ku Elewiyan ji Kurdbûnê dûr bixe; ya din jî Elewîtiyê jî mîna Îslamiyeta Tirkan nîşan bide. Elewîtî baweriyek e. Yên Tirk jî hene, Ereb jî hene, Kurd jî hene.

Wan propagandayên nijadperest ên dewletê ez han dam ku rastiyên Elewîtiyê ango Raya Heq binivisînim.“

 

Çem di encama lêkolînan de dibîne ku Elewîtî baweriyeke îranî û mezopotamyayî ye. Di vî warî de Çem wiha didomîne: “Elewîtî ji Tirk û Ereban zêdetir, nêzîkî çand û baweriya Kurdan e.”

 

Têkildarî deqên nivîskî yên baweriya Raya Heq, Çem dibêje ku li Bakur deqên nivîskî tine: “Lê Kurdên elewî, ango bawermendên Raya Heq, ango gelê Dêrsimê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji dewrûberê Kirmaşan, Zagros û Ormiyê hatine vir. Bawerî û çanda van herêman wekî Zerdeştî û Mazdekî bi xwe re anîne. Li gorî min Elewîtî, Êzdayetî, Ehlî Heq sê çiqulên yek darê ne. Dema mirov kirmanckî (kirdkî, zazakî) û goranî (hewramî, bacelanî û goraniya resen) hevber dike, tê dîtin ku çiqas nêzîkî hev in. Lewma dikare bê gotin ku ew wêje û edebiyata bi goranî hatiye nivîsîn, mal û mîratê kirmanckî ye jî.” Rewşenbîr û rûspiyê kurd Mûnzûr Çem diyar dike ku Kirmancên Dêrsimê bi kirmanckî nenivîsandine; yan bi kurmancî nivîsandine, yan jî bi osmanî.

 

“Berê eger te ji Dêrsimiyek re bigota ‘Zaza’, dibe ku li te bixista“

 

Derheqê tevlihevî û şêlobûna hişî û nasnameyî ya li Dêrsimê heyî de, Çem destnîşan dike ku di warên nasnameya Elewîtî û nasnameya netewî kurdî de li vir tevliheviyeke mezin heye. Di vê tevliheviyê de rola derbeya leşkerî ya 1980î wiha eşkere dike: “Beriya derbeya leşkerî, bi nivîskî yan jî devkî yan jî dîtbarî, li vir yek kesek jî tine bû ku ji xwe re nebêje Kurd. Herwiha li Dêrsimê peyva ‘Zaza’ jî nedihat bikaranîn. Ji ber ku di warê dînî de li gorî xelkê vir peyva ‘Zaza’ dihat wateya sunîbûnê û ji bo biçûkxistinê dihat bikaranîn. Berê eger te ji Dêrsimiyek re bigota ‘Zaza’, dibe ku li te bixista. Dêrsimiyan ji xwe re digotin Kirmanc. Dêrsimiyan ji bo seranserê Kurdan digotin Kirmanc. Ji bo kirmanckîaxêvan jî, ji bo kurmancîaxêvan jî. Xelkê vir dema xwe ji kesekî yan jî aliyekî derve re dayî nasîn, wê demê peyva Kurd bikaranîne û xwe wekî Kurd bi nav kirine û ji zimanê xwe re gotine kurdî. Piştî salên 1980yî ev gotina ‘Zaza’ berbelav bû.”

 

Gelo çima piştî salên 1980yî ev ‘tevliheviya nasnameyî’ belav bûyî? Çem, wekî lêkoler û şahidê vê serdemê, bingeha vê yekê ya derûnî û civakî wiha radixîne ber çavan: “Beriya derbeya leşkerî di nav Dêrsimiyan de tevgerên çepgir û sosyalîst pirr bihêz bûn. Dema derbeya leşkerî hat, di bin de pelixîn. Destpêkê gotin ‘emê wiha wiha bikin, şoreş nêzîk e’. Ji ber ku çepgiran xwe û armancên xwe pirr mezin nîşan dan, piştî pelixandinê alîgirên wan dîtin ku gotinên wan çepgiran bêxwedî man û vala derketin; her yekî xwe spart tiştek din. Qeyraneke derûnî û civakî derket holê.

Li aliyê din jî di navbera çepgirên Tirkiyê û netewperwerên kurd de şerekî bîrdozî û îdeolojîk hertim hebû. Netewperwerên kurd digotin ku ‘Kurd netew in, divê partiyên kurdî bên sazkirin, mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin, dibe ku şoreşa Kurdistanê beriya şoreşa Tirkiyê pêk bê’. Çepgirên Tirkan jî ji netewperwerên kurd re digotin ‘hûn çîna karkeran parçe dikin, hûn cûdaxwaz in, divê li seranserê Tirkiyê yek partî hebe’.

Jixwe van çepgiran ji berê de netewperwerên kurd mîna dijmin didîtin. Bi vî awayî Kurdên ku ketin bin bandora van çepgiran, ji xeynî nasnameya xwe, her yek ket pey tiştekî.

 

Di vê navberê de dewletê propagandayên wekî ‘Kirmanc ne Zaza ne û Zaza ne Kurd in’ bi pêş xist. Ev ji bo kesayetiyên ketine qeyranê derî û kanal bû. Di vî deriyî de hinek bûn ‘Zazayên ne Kurd’, hinek bûn ‘Elewiyên ne Kurd’ an jî ‘Elewiyên Misilman-Tirk’.”

 

Çem destnîşan dike ku ev tevliheviya nasnameyî plana dewletê bûye û wiha pê de diçe: “Dewletê dît ku Elewî hertim opozîsyon in. Ji bo entegrekirina Elewiyan du bername dan ber xwe. Yek jê Kirmanc (Zaza) ne Kurd e. Ya duyem jî Elewî ne Kurd in.”

 

Mûnzûr Çem diyar dike piştî ku dewletê ev plan danî ber xwe, bi derfetên xwe yên berfireh, bi rêya çapemenî, perwerde û bi awayên cûrbicûr ev propaganda xistiye meriyetê. Dema em dipirsin aliyê Kurdan li hemberî vê yekê çi dikir, bersiva Çem balkêş e: “Ya rast, em aliyê kurd ji vê êrişê re ne amade bû.”

 

Niha li gor hinek kesan, sedemên van dûrketinên di navbera Kurdan de cûdahiya olî û nijadî ne. Çem wiha ronahiyê dixe ser vê mijarê: “Li Bakur ti caran di navbera Kurdan de şerê dînî çênebûye. Ew tiştê ku hatiye serê Kurdên êzdî, nehatiye serê Kurdên elewî. Ji ber ku hejmara Kurdên elewî zêde ye, çetin e ku tiştek wiha pêk bê.”

 

Ji bo zarokên Dêrsimiyan ‘Dibistanên Eşîretan’

 

Têkildarê îdîayên ku ‘di qirkirina Dêrsimê ya 1938ê de cî bi cî Kurdên sûnî tevlî bûne’ û îdîayên têkildarê Alayên Hamîdiyê û îdîayên ‘di Serhildana Şêx Saîd de cî bi cî Kurdên elewî li dij rabûne’, Mûnzûr Çem bersivên pirr zelal dide: “Alayên Hamîdiye tenê di operasyona 1908ê de bi Osmaniyan re hatine Dêrsimê. Di vê operasyonê de neketine nava Dêrsimê, li perê Dêrsimê rawestiyane. Îdîayên ku tê gotin ‘Alayên Hamîdiyê Dêrsim rûxandine’ ne rast e. Hinek çavkanî dibêjin ku Îbrahîm Paşayê Milî yê serokê Alayên Hamîdiyê bêyî pasevan û zêrevan serdana Dêrsimê kiriye. Ev yek tê wateya pêwendiyên baş. Rast e, Padîşa Hamîd çek daye hinek Kurdên sunî. Herwiha hinek Kurdên Dêrsimê jî ji Padîşa Hamîd çek xwestine, da ku ew jî Alayên Hamîdiyê ava bikin. Lê belê padîşa qebûl nekiriye, ji bo zarokên Dêrsimiyan jî ‘Dibistanên Eşîretan’ vekirine. Cara yekemîn bi vî awayî Dêrsimiyan di dibistanên Osmaniyan de xwendine.”

 

Mûnzûr Çem ‘ezberên’ hinek derdoran yên derheqê pêwendiyên Kurdan ên dema Serhildana Şêx Saîd û Berxwedana Dêrsimê de wiha serobino dike: “Di tevgera Şêx Saîd û tevgera 1938ê de Kurdên kirmanckîaxêv pirranî ne, Kurmanc hindik in.

Niha telegiraf û name li ber dest hene ku Seyîd Riza ji bo Dêrsimê tevlî Serhildana Şêx Saîd bike, amadekarî kiriye, êl û eşîr li hev kom kirine. Bi piştgirî û erêkirina Seyîd Riza, Hesen Xeyriyê Dêrsimî li Xarpêtê bi Şêx Şerîf re rûdine û qala bernameya tevgerê dikin. Jixwe di Serhildana Şêx Saîd de herêma Buhurê Elî (Alî Bogazi) li dijî dewletê tevlî şer bûne. Li Çemîşgezekê tevlîbûn çêbûye. Seyîd Riza jî xwestiye Xozatê bi dest bixe. Lê belê temenê Tevgera Şêx Saîd pirr kurt bûye, zû şikestiye. Hêj Seyîd Riza û hevalên wî baş amadekarî nekirine, serhildanê destpêkiriye. Ev yek di belge û arşîvên dewleta tirk de jî hene. Di Berxwedana Dêrsimê ya 1938ê de yek kes û hêzek Kurdên sunî bi dewletê re tevnegeriyaye. Li dijî Kurdên Dêrsimê Kurdên sûnî şer nekirine. Li aliyê din Şêx Ebdurahîmê birayê Şêx Saîd digel 32-33 hevalên xwe ji bo arîkariya Berxwedana Dêrsimê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakur dibe. Lê belê sîxurek di nav wan de derdikevê, hemû di rê de tên kuştin.”

 

Lêkolerê kurd Mûnzûr Çem agahiyeke nû jî eşkera dike ku ji arşîvên Sovyetê/Rûsyayê derketiye. Di vî warî de Çem wiha dibêje: “Di salên 1866-1868ê de li gundê Xinzorî yê ser bi Xarpêtê bi piştevanî û arîkariya bavê Seyîd Riza, Seyîd Îbrahîm komîteyek hatiye damezrandin. Navê kurt yê komîteyê XOL e, ango “Desteya Têkoşînê ya ji bo Mafên Gelên Kurd û Ermen“. Ev tevgereke netewî ye. Ji ber temenê wê pirr kurt bûye, pirr zêde nayê zanîn.”

“Guhertin taktîkî ne, ne stratejîk“

Çem balê dikişîne ser rewşa Dêrsimê û wiha dibêje: “Li vir her çend çepgir rasterast dijayetiya Kurdan nekin jî, çepgirî li vir netewperweriyê lawaz dike. Divê ev yek bê şikandin. Wekî din jî îro dewlet qala mafên Kurdan û Elewiyan dike. Lê belê ev guhertinên dewletê yên heta îro hêj nebûye stratejîk, guhertinên taktîkî ne. Bo nimûne, serokwezîrê Tirkiyê nabêje gelê kurd, dibêje yên bi esil Kurd. Ev gotina ‘bi esil Kurd’ tê wê wateyê ku ‘ji Kurdbûnê hatine, lê êdî Tirk in’. Pişaftina dewletê wekî stratejîk berdewam dike, tenê hinek şêwe û şêwaz guherî ne. Têkoşîna gelê kurd dewlet neçar kir ku hinek gavan biavêje. Ev jî baş e. Lê ev gav gavên taktîkî ne. Guhertinên di warê bi serbestî derbirîna ramanê de bêguman gavên girîng in, lê ne stratejîk in.”

Çem diyar dike ku hebûna kêşeya kurd di warê aborî de, di asta navnetewî de zerar û ziyaneke mezin digihîne Tirkiyê. Ji bo pêşketinê divê Tirkiye gavên stratejîk biavêje, ji bo Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe hêzeke cidî, pêwîst e derman û çareyek ji pirsa kurd re bibîne.

 

Gelo di warê çand û ziman de Kurdên Başûr dikarin çi arîkariyê bidin Bakur? Di vî warî de Mûnzûr Çem wiha bersivê dide: “Divê beriya her tiştî Kurdên Başûrê Kurdistanê di warê çand û ziman de bila ji xwe re hebin, bikaribin ji bo xwe kar bikin. Ew bi xwe jî gellekî dihelin û asîmîle dibin. Rast e, di dibistanan de kurdî tê xwendin, lê aşiqê tirkî ne. Hemû dixwazin fêrî tirkî bibin. Rast e, ne xirab e mirov zimanekî din fêr bibe. Lê divê tu beriya her tiştî girîngiyê bide zimanê xwe, piştre zimanên biyanî. Dema ez serdana wir dikim, dibînim ku hinek kes hene girîngiyê nadin kurdî. Kurd li wir deshilat in, divê pirsgirêk û giriftên xwe yên di warê rêzimanî û têkiliya herdu zaravan de wekî dewleteke netewî çareser bikin.”

 

Hêviyên Mûnzûr Çem jî wekî gellek rewşenbîrên Bakur ji Başûr hene û van hêviyên xwe wiha rêz dike: “Divê zanîngeh, dezgeh û saziyên wir bi derfetên xwe li vir û li wir kovar û pirtûkan çap bikin, dibistan bên vekirin. Herwiha divê ji vir keç û xortên kurmancîaxêf û kirmanckîaxêv bibin Başûr, di zanîngehan de wan perwerde bikin. Bi vî awayî mamosteyên dibistanên seretayî heta mamosteyên zanîngehê bên amadekirin.”

 

Gazinc ji Herêma Kurdistanê

 

Çem federaliya Herêma Kurdistanê wekî ‘dewlet’ bi nav dike û wiha rexneyê lê dike: “Li Başûrê Kurdistanê dewleteke me heye, pîroz e, em gellekî jê hez dikin û em dixwazin bi pêş bikeve. Lê heta niha jî ev dewleta me derheqê zimanê kurdî de ne xwediyê polîtîkayekê ye. Zanîngehên vê dewleta me ne xwediyên polîtîkayekê ne. Heta niha ji bo berhevkirina mîrateyên kurdî, ji bo yekgirtin û standartkirina her zaravekî kurdî, diviyabû gellek kar û xebat bihata kirin. Herwiha niha ne dema Bîsmarkê almanî ye, divê her zarave di nava xwe de bibe standart. Her zarave wekî hev xwedî maf in. Yek ji yekî zêdetir an jî kêmtir nîn e. Divê meseleya alfabeyê bê çareserkirin. Rast e, arşîveke kurdî ya hezar salî bi alfabeya sanskrîtî ango erebî heye. Lê dinya ber bi latînî ve diçe. Û alfabeya latînî, ji ber ku kurdî jî di nava Malbata Zimanên Hînd-Ewropî de cih digire, zêdetir ligel kurdî digunce. Hingê bêguman divê ew alfabeya me ya sanskrîtî jî ji bo arşîvê di zanîngehan de bê parastin. Lê alfabeya latînî şert e.”

 

Mûnzûr Çem bi kirmanckî û kurmancî pirr baş dizane, herwiha soraniya wî jî heta astekê baş e. Ji bo zaravên kurdî evîneke wî ya mezin heye û wiha dibêje: “Her zaravekî kurdî parçeyek ji min e, parçeyên zimanê min in. Rast e, ez kirmanckî baştir dizanim, lê hemû zarav ên min in.”