Debax: Ti kesî li ser êrişa li dijî Konsulxaneya Îranê hişyarî nedaye me

14-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Omer Debax, îdiayên ku dibêjin piştî bûyera kevirbarankirina avahiya Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê, ji aliyê rayedarên komara îslamî ve hatiye hişyarkirin, bi derew derxist û wiha got: “Me tenê daxuyaniyek belav kir û ji rayedarên têkildar ên Îranê re şand.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Omer Debax li ser bûyerên roja 8ê Mijdarê yên li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ji ber bûyerên ti kesî hişyarî nedaye wî û ti aliyekî bangî wî nekiriye.

Nazim Debax da zanîn ku wî ji rayedarên îranî re gotiye, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derheqê bûyerên wê rojê yên li ber avahiya konsulxaneyê de lêjneyek pêk aniye û digel wan kesên ku êrişî konulxanê kirine, lêpirsîn hatiye kirin û wiha axivî: “Çimkî siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê qebûl nake ku hinek kes êrişî konsulxaneya Îranê yan her welatekî din bikin.”

Debax her wiha eşkere kir ku piştî bûyeran, daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Navxwe ve bo rayedarên îranî hatiye şandin û tê de bûyerên wê rojê hatiye şermezarkirin û wiha anî ziman: “Me ji wan re got ku kesên ku qanûnên Kurdistanê binpê kirine û êrişî konsulxanê kiribûn, hatine girtin. Her wiha me ragihand ku em êrişa li dijî ti konsulxaneyekê qebûl nakin.”

Derheqê karvedanên komara îslamî ya Îranê li hember êrişa li dijî konsulxaneya wî welatî de jî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê wiha got: “Wan ti karvedanek nîşan nedan. Helbet ev bûyer cara yekê nîne ji ber ku heta niha çend carên din bûyerên wiha qewimîne. Lê pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Îranê di wê astê de ye ku dikare daxuyaniyê bide û made ev tiştên wiha siyaseta hikûmetê nebin wê çaxê karvedan jî nabe.”

Di çend rojên borî de hinek rojname û malperan îdia kiribûn ku piştî bûyerên roja 8ê Mijdarê yên li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji aliyê berpirsên îranî ve hatibû bangkirin û hişyarî dabûn wî.

Roja 8ê Mijdara 2013an, li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî bidarvekirina xortên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma îslamî ve hatibû lidarxistin lê di nav xwepêşanderan de hinek kesan kevir avêtibûn konsulxanê û ji ber wê jî hinek kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst