Li Êlihê tankerê li nav keriyê da: 70 mîh mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heskîfê ya ser bi parêzgeha Êliha Bakurê Kurdsitanê ve tankereke sotemeniyê li keriyeke pez xist di encamê de 70 mîh mirar bûn.

Tankêra ji Mêrdînê diçû Êlihê ku barê wê sotemenî bû di demjimêrên şevê de li navçeya Heskîfê li keriyê pezê ku ji zozanan vedigeriya deştê xist.

Hat ragihandin ku di encama bûyerê de 70 mîh jinav çûn.

Ji ber bûyerê bi awayek demkî rê li çûn û hatinê hat girtin.