Baregeha Komeleya Zehmetkêşan jî rastî êrîşê hat

Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li gundê Zirguwêzê li parêzgeha Silêmaniyê jî rastî êrîşa mûşekî hat.

Endamê Polîtboruya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Aram Moderisî ji Rûdawê re ragihand, “bi çend mûşekan êrîşî baregeha me hatiye kirin.”

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan, Osman Xelîlî jî ji Rûdawê re got, “Bi çar dronan baregeha me li Zirguwêzê hat armanckirin.”

Derbarê zirarên êrîşê de hêj ti zanyarî nehatine ragihandin.

Her îro baregehên PDKÎ yên li navçeya Koyê jî rastî êrîşa mûşekî hat.

Qaymeqamê Koyê diyar kir, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.

Tê nûkirin….