Jinên karker ên Mûşî: 'Jiyan zehmet e, ne şev ne jî roja me heye'
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jinên kedkar bi armanca ku sûdekê bighînin budeceya malên xwe heta êvarê di nav zeviyan de kartolan berhev dikin.
Barê giran ê debarê berê jinên kedkar ên Mûşê daye nav zeviyên kartolan.
“Ti qadeke din a karkirinê nebû”
Karker Sevgî Subaşiyê got, “Min sibehê zarokên xwe şandin dibistanê.
Piştre hatim nav zeviyê, ji bo ku sûdekê bighînim hevjînê xwe û bikaribim tiştekî ji zarokên xwe re bikirim.
Ti qadeke din a karkirinê nebû. Em jî bi vî awayî tên nav zeviyê û kartolan berhev dikin.”
Roj ji bo jinên kedkar ên Mûşî zû dest pê dike. Piştî temamkirina karûbarên nav malê berê xwe didin van zeviyan.
Êvarê jî bi wê westiyanê vedigerin û karê nav malê dikin.
“Ne şev ne jî roja me heye”
Çîçek Çetîn wiha axivî, “Ez demjimêr 5ê sibehê radibim nimêj dikim û çêlekan didoşim.
Em li vê derê heta êvarê kartolan berhev dikin.
Dema em êvarê vedigerin jî careke din çêlekan didoşin, karûbarên malê yên wek şûştina firaxan û paqijiya malê dikin.
Jiyana me zehmet e. Jiyana jinên li Mûşê û karkirina wan zehmet e. Ne şeva me û ne jî roja me heye. ”
Hinek ji wan dayikên 6 - 7 zarokan in. Heta êvarê ji mal û zarokên xwe bê xeber kar dikin da ku 400 lîreyên Tirkî bibin nav malên xwe ku tenê dike 14 dolar.
Jinên Mûşî dibêjin debar êdî ne wek caran e û şert û mercên giran ên aboriyê ew neçar kirine li gel hevjînên xwe kar bikin da ku bikaribin jiyana xwe berdewam bikin.