Li Êlih û Meletiyê qezayên trafîkê: 4 mirî, 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de 4 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Êlihê şeva borî otomobîlekê li barhilgirekê da û wergeriya.

Di qezayê de 2 zarok mirin û şofêrê otomobîlê ku bavê wan bû birîndar bû.

Li Meletiyê jî otomobîlek, barhilgirek û otobuseke şaredariyê li hev qelibîn.

Di qezayê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.