Li Êlihê beton bi ser karkeran de ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê parçeyên betonê bi ser du karkeran de ketin û karkerek mir û karkerek jî birîndar bû.
Li gundê Cegelûyê li qadeke înşaetê, parçeyên betonê bi ser R.A. (23) û Seyîthan Alkan (23) de ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Her du karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Seyîthan Alkan li nexweşxaneyê mir û rewşa R.A. jî krîtîk e.