Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî cihê şanaziyê ye

Hewlêr (Rûdaw) -  Nêçîrvan Barzanî di salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê de got, "Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê pîrozbahî li şêniyên bajêr kir.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke peyamê de got:

"Di salvegera 241emîn a avakirina wê de, ez bi germî pîrozbahiyê li bajarê helmet û qurbaniyê, bajarê hezkirî Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, navenda wêje û hunerê û li tevahiya xelkê ezîz ê bajêr dikim."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha Silêmanî wekî "bajarekî bibandor" bi nav kir û anî ziman:

"Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye, her tim bibandor e û cihê pêzanîn û şanaziyê ya gelê Kurdistanê ye."

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku ew "hêviya bipêşketina berdewam, geşbûn, avedanî û aramiyê ji bo Silêmaniyê û hemû Kurdistanê" dixwaze.

Her sal 14ê Çiriya Paşîn salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê ye ku sala 1784an ji aliyê Mîrê wê demê yê Mîrektiya Babanan Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin.