Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HPGyê 5 gerîlayên wê sala 2019an li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê di şerê li gel artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniyê de got, "Em hevrêyên xwe Dîlan Şîno, Mazlum Kobanî, Armanc Şaruge, Rûbar Newal û Şiyar Kobanî yên ku di têkoşîna sala 2019an de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Dîlan Şîno: Navê wê yê fermî Mercan Dayi ye û li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 15ê Çiriya Paşîn a 2019an li Heftanînê canê xwe ji dest daye.

Mezlûm Kobanî: Navê wî yê fermî Mahmut Mise ye li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 1ê Hezîrana 2019an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Armanc Şaruge: Nav û paşnavê fermî Bariş Oz e li Stenbolê ji dayîk bûye û  2yê Hezîrana 2019an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Rûbar Newal: Navê wî yê fermî Resûl Şems e li Makûya Rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye û 3yê Hezîrana 2019an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Şiyar Kobanî: Navê wî yê fermî Ehmed Mahmud Cûma ye li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 29ê Tebaxa 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.