Li Efrînê darzeytûnên jineke Kurd ji aliyê Erebên hawirde ve hatin birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê darzeytûnên jineke Kurd ji aliyê Erebekî hawirde yê ji gundewarê Himsê ve hatine birrîn.
Fatime Xelîl, ku wek Fatîme Birîmce jî tê naskirin, ji gundê Kefersefrê ye û niha nişteciyê gundê Yalanqozê ye. Fatîme Birîmce 25 darzeytûnên wê hene. Erebê hawirde yê bi navê Ebû Egal 9 darzeytûn birrîne.
Fatîme Birîmce, ku hevjînê wê koça dawî kiriye, tenê xwediya 25 darzeytûnan e, lê Erebê hawirde xwestiye dest deyne ser wan daran. Dema ku jina Kurd red kiriye dest ji darzeytûnên xwe berde, Erebê hawirde dest bi birrîna wan daran kiriye.
Ji bilî birrîna darzeytûnên jina Kurd, di heftiyekê de, 2 grûpên çekdar 460 darzeytûnên cotyarên Kurd li 3 gundên Efrînê birrîne.
Ji wan 200 darzeytûnên li gundê Kefer Nebû ji aliyê Feyleq el-Şam ve hatine birîn. Herwiha 200 darzeytûn li Mareskê û 60 darzeytûn jî li Kefer Cenê ji aliyê Siltan Mûrad hatine birrîn.
Xulusî Omer, serokê Platforma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got heta darên bergirtî di dema werzê berhenkirina zeytûnan de hatine birrîn.
Serokê Platforma Efrînê Xulusî Omer dibêje "Di destpêkê de çûn Nehraş şewitandin, piştre darên merxê qut kirin, piştrejî bi deh hezaran darên zeytûnê qutkirin û dixwazin wan daran hilkin pê re mirovên Kurd ji wê deverê hilkin. Bi mûsimê zeytûnanan re dar hene ku tevî mûsimê hatine birrîn."
Çavkaniyekê ji malbateke ku darzeytûnên wê hatine birrîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dam û desgehên hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê tiştekî ji bo ragirtina birrîna darzeytûnan nakin.
Çavkaniyên diyar kir ku ew bi şakreyî dibêjin ku tu desthilata wan li ser grûpên çekdar nîne.