Li Mêrdînê qeza, 5 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 2 otomobîlan li bin guhê hev xist û 5 kes birîndar bûn.
Qezayê li ser rêya Qoser û Serê Kaniyê rû da.
2 otomobîlên ku nasnameya ajokar û plakayên wan nehatin zanîn li hev xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.