Li Rihayê agir bi avahiyekê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê agir bi tebeqa yekem a avahiyekê ket.
Bûyer doh êvarê li Taxa Firatê qewimî.
Li qata yekem a apartmanekê ji ber sedemeke ku hîn ne diyar e şewat derket.
Li ser agahdarkirina şêniyên avahiyê yên ku dûxan dît, tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên agirvemirandinê agir temirand.
9 kesên ku dû bandor li wan kiribû bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Derbarê şewatê dest bi lêpirsînê hat kirin.