Nêçîrvan Barzanî û şandeya Fransayê: Divê hevkariya me bidome

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û şandeya Fransayê teqezî li ser berdewamiya hevkariya hevbeş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Nûnerê Bilind ê Fransayê yê di Hevpeymaniya Navneteweyî de General François Tricot û şandeya pê re pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di hevdîtinê de pêwendiyên Fransa yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya terorê, gefên DAIŞê û çalakiyên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan teqezî li ser girîngiya berdewamiya alîkarî û hevahengiya hevbeş a navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û seqamgîriya herêmê tê kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransayê kiriye û gotiye:

"Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê anî zimên.

Şandeya mêvan jî pabendbûna welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan nîşan da."

Rewşa Sûriyeyê û navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî tê de amade bû.