Ew topa ku DAIŞê ji bo lêdana Hewlêrê amade kiribû!
Mexmûr (Rûdaw) – Ew topa ku DAIŞê ji bo lêdana Hewlêrê amade kiribû, niha li eniya Mexmûrê ye lê wêran bûye!
Balafirên şer ên Amerîkayê yekemîn êrişa li dijî çekdarên DAIŞê roja 8ê Tebaxa 2014an li bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê pêk anîn ku di encamê de topeke mezin a DAIŞê hat rûxandin.
DAIŞê ew top ji bo lêdana Hewlêrê amade kiribû lê mirazê wê di çavên wê de ma!
Çend roj piştî wê êrişa asimanî, hêzên Pêşmerge karîn Mexmûr û nahiyeya Guwêrê ji DAIŞê bistînin.