Di navbera Dijî Terora Kurdistanê û komeke çekdar de şer!

Silêmanî (Rûdaw) – Li nêzîkî Girtîgeha Federalî ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, li ser veguhestina zîndaniyan, di navbera hêzeke Dijî Teror a Kurdistanê û komeke çekdaran de pevçûn derket. Di encamê de kesek hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Qaymiqamê Çemçemalê Remk Remezan ji Rûdawê re ragihand: “Şeva derbasbûyî, 14-01-2018, hêzekî Dijî Teorê ji bo veguhestina girtiyên di Girtîgeha Federal (Kelha Spî) de hatine Çemçemalê. Lê ji ber ji hev fêmnekirina du aliyan, di navbera wan û komeke çekdaran de pevçûn derket.”

 

Qaymiqamê Çemçemalê eşkere kir, ku di encama pevçûnê de kesekî bi navê Bêsrûn Nazim Hemeyê Silêman canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

 

Li gorî gotina Qaymiqamê Çamçemalê niha rewş aram bûye û pevçûn bidawî bûne.

 

Hate zanîn, ku kesê hatiye kuştin pismamê Bajirvaniya Tevgera Goran Ebdûllah Kwêxe Mûbarek e. Herwiha herdu kesên birîndar jî xelê Çamçemalê ne. Derbarê ziyanên hêza Dijî Terorê de ti zanyarî bidest neketin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, kesên çekdar pêwîstiyên girtîgehê dabîn dikin û pareyên wan li cem hikûmeta Iraqê ye. Lewma dema hêza Dijî Teror hatiye girtiyan veguheze, wan wisa fêm kirine qey dê maf û deynên wan ên li cem hikûmeta Iraqê jî ji dest biçe.

 

Herwiha hate zanîn, ku berî biryara veguhestina zîndaniyan derketibû. Dijî Terora Kurdistanê jî ji bo girtiyan veguheze Girtîgeha Sûsê ya bajarokê Pîremegrûna Silêmaniyê, hatiye navçeyê.

 

Girtîgeha Federalî û Girtîgeha Sûsê ser bi hikûmeta Iraqê ve ne û piştî 2003ê li wan herêman hatine danîn. Piraniya zîndaniyên wan jî bi tometa terorê ne.

 

Ji aliyê din ve, Sekreterê Rojnamevanî yê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî jî ji Rûdawê re ragihand, ku hêza Dijî Terorê bi agahdariya hikûmeta Kurdistanê çûye Çemçemalê da ku girtiyan veguheze.

 

Nivîs: Necmî Salih