Qamişlo (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) dibêje daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a herî dawiyê erênî ye û xwest ew herêma aram di bin serepereştiya navdewletî bê avakirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîtekê de pêşniyar kir ku navçeyeke aram, bi kûrahiya 20 mîlan, ango 32 kîlometreyan li di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê bê dirustkirin, lê dirêjahiya wê navçeyê nehatiye diyarkirin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî di daxuyaniyekê ji Rûdawê re, eşkere kir ku heya niha ne zelel e, dê çawa ev herêma aram bê avakirin.
Hesen Remzî dibêke pêdiviya gelê Kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniyeke navdewletî heye, daku ji gef û metirsiyan bê parastin û mafê wî bê misogerkirin.
Remzî wiha got: “Ev biryara ji aliyê Trump ve ya derbarê avakirina herêmeke ewlehiyî li Kurdistanê Sûriyê de pêngaveke erênî ye. Lê hêj ne zelal e ka dê çawa be û ji aliyê kê ve bê pêkanîn. Heger di bin sîbera hêzeke navdewletî de bê dê ji bo me Kurdan piştriyeke bihêz be. Doza Kurdî pêwîstî bi piştevaniyeke navdewletî heye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse