Li Xarpêtê erdhejek bi hêza 4.9 pile çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.9 pile çêbû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Yekşemê 15ê Çileya 2023an demjimêr 06:36 deqe erdhejek bi hêza 4.9 pile li bajarokê Sivrice ser bi parêzgeha Xarpêtê hatiye tomarkirin.

Li gor malpera AFADê, erdhej bi kurahiya 17.9 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Walîtiya Xarpêtê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku piştî erdhejê tîmên peywendîdar gehiştine navçeyê, gera tîman li navçeyê bo destnîşankirina zerar û ziyanan berdewam e, lê heta niha ti raporeke nerênî nîne.

Parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê dikeve ser xeta erdhejan, roja 24ê Çileya 2020an erdhejek bi hêza 6.8 pile li bajarokê Sivrice çêbûbû û di encamp de 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 1500 kesên din jî birîndar bûbûn.