Bersiva HSDyê ya ji bo Şamê: Koçberkirina bi zorê sûcê şer e
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kirin û ragihand ku sedema asêbûna sivîlan topbaran û girtina deriyan a ji aliyê Şamê ve ye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de bi awayekî teqez îdiayên Wezareta Parastinê ya Şamê yên derbarê rêgirtina li koçberbûna sivîlan a ji bajarê Dêr Hafirê red kirin.
HSDyê tekez kir ku rawestana tevgera sivîlan a li herêmê encama aloziya leşkerî, komkirina hêzan û topbarana berdewam a kom û komikên çekdar ên hikûmeta Şamê ye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hikûmeta Şamê 6ê vê mehê bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku hemû deriyên sînorî yên bi herêmên Rêveberiya Xweser re girtine.
HSDyê diyar kir ku ev yek nakokiya di gotinên wan de eşkere dike.
"Koçberkirina bi zorê sûcê şer e"
HSDyê hişyarî da ku her cure koçberkirina sivîlan a di bin gefa bikaranîna hêzê de, li gorî Peymana Cenevreyê û Peymana Romayê "sûcê şer" e.
Navenda Ragihandinê bangî civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van rêbazên xeter şermezar bikin.
Hat diyarkirin ku ev kiryar di bin şert û mercên xerab ên hewayê de dibe sedema koçberbûna zêdetirî 170 hezar sivîlan.
Di dawiyê de hat gotin, "Îro şêniyên Dêr Hafirê girêdana xwe ya bi ax û malên xwe ve îsbat kir û ti alî nikare mafê wan ê mayîna li wir a di bin zexta leşkerî de ji destê wan bigire."