Bavê koçberekî Kurd ê li Lîbyayê: Qaçaxçiyan 4 caran kurê min firot

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf ragihand ku 170 koçberên Îraqî ku piraniya wan Kurd in, li balyozxaneya wan a li Terablûsê li benda vegerê ne û di çend rojên bê de vedigerin Îraqê.

Malbatên koçberan jî dixwazin ku di vegerandina wan de "lez were kirin."

Dayik û bavên koçberan çîrokên dijwar ên zarokên xwe vedibêjin.

Piraniya malbatan piştî ku zarokên wan hatine şkencekirin û rastî gefên komên çekdar hatine, bi neçarî û bi deyn û firotina mal û milkên xwe, ji bo her yekî 5 hezar dolar dane qaçaxçî û komên çekdar da ku wan azad bikin.

"Kurê min 4 caran hat firotin"

Elî Xidirê bavê Xalidê 15 salî ku niha kurê wî li Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê li benda vegerê ye, beşdarî bultena "Berpirsyar" a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike.

Elî Xidir got, "Piraniya ciwanan di bin 18 saliyê de ne, min bi neçarî qebûl kir ku koç bike, piraniya hevalên wî koç kiribû, şevan digot ez naçim dibistanê û naxwînim loma min rê da ku biçe.

Piraniya yên koç dikin çav li hev dikin. Kurê min li Lîbyayê 4 caran ji aliyê qaçaxçiyan hatiye firotin."

Elî Xidir, ku di heman demê de xwe wekî nûnerê koçberên ciwanên Kurd ên li Lîbyayê dide naskirin, dibêje kurê wî ji 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê li benda vegerê ye.

Xidir da zanîn ku ji wê demê ve tenê sê caran bi telefonê axivîne ku her sê caran jî negihiştiye "du xulekan" û got, "Kurê min got, 'Bes ez vegerim ez dê qet we nehêlim û koç nekim.'"

Balafira leşkerî ji bo vegerê amade ye

Dr. Ehmed Sehaf got, "170 koçberên Îraqî li balyozxaneya me li benda vegerê ne."

Sehaf ji Rûdawê re got, "Me erêkirina Serokwezîrê Îraqê wergirtiye ku balafireke leşkerî ji bo vegerandina koçberan were terxankirin."

Sehaf amaje bi wê yekê kir ku tenê di sê rojan de hejmara koçberên li balyozxaneyê ji 150yî derketiye 170yî.

Her çi qasî rewşa dijwar a aborî û bêkarî wekî sedemên sereke yên koçê bên nîşandan jî çîroka hinek bavan cuda ye.

Bavê Mihemedê 21 salî ku kurê wî cara sêyem e hewla koçê dide, got, "Eger îro vegere, ez dê sibê wî bişînim. Kurê min xwesteka wî ya serpêhatiyan û başkirina rewşa jiyanê heye."

Ew bav eşkere dike ku wî heta niha zêdetirî 10 hezar dolaran di rêya koça kurê xwe de xerc kirine.

Dr. Ehmed Sehaf li ser dema vegerandina koçberên Kurd got, "Di çend rojên nêzîk de, em dê bi fermî vê geştê ji bo vegerandina koçberên Îraqî rabigihînin."

Tevî metirsiyên rêya koçê ya Lîbyayê, heta niha jî ciwanên din ên Kurd heman rêyê diceribînin.

Ev di demekê de ye ku têçûna koça her ciwanekî herî kêm 15 hezar dolar e, ku bi wî pereyî dikarin li warê xwe karekî serbixwe ava bikin.

Dr. Ehmed Sehaf hişyarî da malbatan ku "bazirganiyê bi kurên xwe nekin" û hevkariya torên qaçaxçîtiyê nekin, ji ber ku "heta niha çarenivîsa bi dehan koçberên din ên Îraqî ne diyar e û em hewla eşkerekirina çarenivîsa wan didin."