Nêçîrvan Barzanî û birêvebiriya Amedsporê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Desteya Birêvebir a Amedsporê pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de Desteya Birêvebir a Amedsporê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê raxist ber çavan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, armanca Desteya Birêvebir a Amedsporê xurtkirina pêwendiyên bi aliyên pêwendîdar ên werzişê û rêxistinên sivîl ên li Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha şandeyê li ser dîroka damezirandinê, kar û çalakiyên Amedsporê û peyama wê ya "aştî û biratiyê" kurteyek pêşkêş kir.

Piştgiriya Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Amedsporê kir û ji bo serkeftina kar û çalakiyên wan hemû piştgiriya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya werzişê kir ku kanaleke ji bo gihandina peyama aştî û biratiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand ser karkirina ji bo bipêşxistina ruhê werzişî, hevkarî û prensîbên mirovî.