HSD: DAIŞ hewl dide êrişî girtîgehan bike
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞ hewl dide sûdê ji êrişên hêzên hikûmeta demkî werbigire û êrişî girtîgehan bike.
HSDyê derbarê metirsiyên dawî yên li ser girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê de girtî ne daxuyaniyek belav kir.
"DAIŞ li firsendê digere”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şaneyên DAIŞê çavê xwe berdaye girtîgehan û wiha hat gotin:
"Çeteyên DAIŞê hewl didin sûdê ji êrişên komên Şamê û tevgerên wê yên leşkerî û gefên wê yên domdar ên li ser herêmên Bakurrojhilatê Sûriyeyê wergirin û girtîgehên ku endamên wê lê hatine ragirtin, bikin armanc."
"Hêz di amadebaşiyê de ne"
HSDyê da zanîn ku hêzên wan di rewşeke amadebaşî û hişyariyê de ne û hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku niha rewş di bin kontrolê de ye û wiha hat gotin:
"Lê berdewamiya rageşiya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrariyeke giştî.
Di encamê de dê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehiya girtîgehên endamên DAIŞê tê de ne, çêke.
Her wiha dê piştî salan ji bedêlên ku li hemberî terorê hatine dayîn herêmê vegerîne xala sifirê."