Êşa Helebê li Stenbolê deng veda: Kurd, Ereb, Tirkmen behsa karesatê dikin

Stenbol (Rûdaw) - Êrişên li ser her du taxên Kurdnişîn ên Helebê, careke din dijminatiya li hemberî Kurdan ji cîhanê re eşkere kir.

Bi deh hezaran kes koçber bûn û bi sed hezaran kes şeş rojan di bin topbaran û avahiyên rûxiyayî de man.

Malbat, dost û xizmên wan ên li gelek welatên dûr û nêzîk, bi nîgeranî û tirsê li benda çarenivîsa kes û karên xwe man.

Sê welatiyên ji Helebê; Erebek, Tirkmenek û Kurdekî ku niha li Stenbolê dijîn, hestên xwe yên wan rojan û şewata dilê xwe ji Rûdawê re parve kirin.

Di êrişên li ser her du taxên Kurdnişîn ên Helebê de encama ku derket holê, careke din rûyê dijminatiya li hemberî Kurdan li ber çavên cîhanê raxist.

Bi deh hezaran kes koçber bûn û bi sed hezaran kes şeş rojan di bin topbaran û rûxîna avahiyan de man.

Helbet bi hezaran merivên wan li gelek welatên derveyî Sûriyeyê bi dilgiranî û tirsê li benda çarenivîsa malbat û xizmên xwe man.

Erebek, Tirkmenek û Kurdek, sê Helebiyên ku li Stenbolê dijîn, hestên xwe yên wan rojan bi Rûdawê re parve kirin.

"Zarok birçî ne, şîr tune"

Yek ji wan kesan ku bi rojan li aqûbeta xizm û kes û karên xwe dipirse Mîqdat e.

Mîqdat beriya 11 salan hatiye Stenbolê û di nava şert û mercên ku ne guncav in bo jiyanê, tevî 3 zarok û malbata xwe li bendê ye ew roj bê da ku vegere warê xwe.

Ew tişta ku hatiye serê xizmên wî yên li Şêx Meqsûdê, ew xistiye nav nîgeranî û gumaneke kûr.

Mîqdat behsa rewşa xizmên xwe kir û got:

“Kurê xaltiya min kesekî sivîl e û navê wî Mihemed Osman e. Me nikarîbû pêwendiyê pê re deynin.

Rewş gelekî xerab e û wextê me pêwendî pê kir telefon qut bûn û em nikarîbûn pê re biaxiviyana.

Zarok birçî ne, şîr tune bû, tiştên wan hatin dizîn. Ew jî birine kirine ku me hay jê nîne."

"Dayika min Kurd e, ez ji Kurdên Sûriyeyê hez dikim"

Yûsif Xalid jî xelkê Helebê ye, aliyekî wî Kurd û aliyê din Tirkmen e. Xizm, malbat û nasên wî jî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di bin heman topbaran û xezeba Artêşa Ereban a Sûriyeyê de mane.

Yûsif Xalîd hestên xwe wiha tîne zimên:

“Dayika min Kurd e û Reşwanî ye. Li Sûriyeyê berê pirsgirêka neteweperestiyê tune bû.

Min telefona birayê xwe yê li wir dikir, digot 'Welehî dengê çekan tê û pirsgirêk mezin e.'

Bila Tirkmen be, Kurd be, Ereb be çi ferq e? Ereb ji Tirkan hez nake Tirk ji Ereban hez nake.

Keko ji bo Xwedê li Sûriyeyê rewş gelekî xerab dibe. Min jî pirsgirêk dîtin. Birayên min ên Kurd dibêjin qey ez dijminê wan im, ew dibêjin qey ez dijminê wan im.

Ez ji Kurdên Sûriyeyê hez dikim, ji Ereban, ji Tirkmenan, ji Durziyan û ji Elewiyan hez dikim.”

Yekî din ê ku nas û xizmên wî di nava wê ‘tofanê’ de mane Ehmed Yûsif e ku ew jî Ereb e û heman êşê dikişîne.

“Li taxê lêdan û kuştin hebû”

Ehmed Yûsif ji Rûdawê re got,“Dema komên çekdar ên din ketin nava bajêr, pirsgirêk derketin û em derketin.

Malbata min jî mal û milkên xwe hiştin û derketin. Derfetên jiyanê di taxê de nemabûn. Li taxê lêdan û kuştin hebû av û elektrîk jî nebû.

Ez hêvî dikim welat baş bibe û pirsgirêk nemînin. Em berê hemû yek bûn û ti kesî cudahî nedixist navbera ti kesî. Niha cudahî di navbera her kesî de heye.“

Li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê her çi qasî piraniya niştecihan Kurd bin jî, hejmareke ne kêm a Ereb û Tirkmenan jî tûşî heman karesatê bûn.

Nefret û xezeba li hemberî Kurdan ku li van taxan bi devê lûleyên top û tankan ket ew qasî mezin bû ku Ereb û Tirkmenên li wir jî ketin nava heman agirî.

Ew nefret di paşerojê de dê Sûriyeyê ber bi ku ve bibe, texmînkirina wê ne zehmet e.