HSD: Dronên Akinci yên Tirkiyeyê li ser Dêr Hafirê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyeke li ser rewşa Dêr Hafirê belav kir û ragihand ku dronên Tirkiyeyê rasterast beşdarî êrişên "komên Şamê" dibin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku di çarçoveya aloziya leşkerî ya berdewam a li herêma Dêr Hafirê de, dronên Akinci yên Tirkiyeyê ji bo çavdêrî û pêkanîna êrişên asmanî piştgiriyê didin hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro piştî nîvro droneke Akinci li asmanê bajarê Dêr Hafirê hatiye dîtin ku bi mûşekan barkirî bûye.
HSDyê eşkere kir ku van dronan di nava du rojên borî de zêdetirî şeş êrişên asmanî li deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskeneyê pêk anîne.
Aloziya li herêma Dêr Hafirê ev çend roj in zêde bûye. Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 13ê mehê herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê wekî "herêma leşkerî" ragihandibû û daxwaza vekişîna HSDyê kiribû.
Piştî vê biryarê, roja 14ê Kanûna Paşîn hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê bi top û dronên xwekuj êrişî navenda Dêr Hafirê kiribû.
Di wan êrişan de firina nan û avahiya postexaneyê ya bajêr hatibûn hedefgirtin.
Her wiha di heman rojê de êrişên bi dronên xwekuj li derdora Bendava Tişrînê û gundê Um El Merayê yê li başûrê Dêr Hafirê jî pêk hatibûn.
Kom û komikên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê hefteya borî êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû.
#VÎDEO - HSD: Dronên Akinci yên Tirkiyeyê li Dêr Hafirê bombebaranê dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 15, 2026
💢 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser rewşa Dêr Hafirê belav kir û ragihand ku dronên Tirkiyeyê beşdarî êrişan dibin
📹 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pic.twitter.com/Vn7RcyRtqA