Sosyalîst bi avakirina kantonên Rojava kêfxweş e

15-02-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Silêmanî (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li hember ragihandina kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş e.

Di dawiya meha borî de rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat ragihandin.

Li gor wê rêveberiyê, Rojavayê Kurdistanê li ser 3 kantonan hat parvekirin li Cezîrê, Kobanî û Efrînê û li her kantonekê hikûmetek û encûmeneke yasadanînê hat avakirin.

Wezîrê derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo û cîgirên wî Emîne Osê û Şamîran Şamûl ku bi serdanekê hatine Başûrê Kurdistanê, serdana Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê kirin û ji aliyê Sekreterê Giştî wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd va hat pêşwazîkirin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Mihemed Hecî Mehmûd di serdanê de got “Em bi ragihandina hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş in. Gelê Kurd di dîrokê de gelek ezmûnên xwe yên şoreşê hene, lewma niha li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dare û pêwîste her aliyek siyasî Ii ezmûna niha li Rojavayê Kurdistanê çêbûye xwedî derkeve”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst