Kuştina xwendekara kurd Ozgecan li Dêrsîmê jî hat protestokirin

15-02-2015
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Jinên dêrsîmî kuştina xwendekara kurda a bi navê Ozgecan Aslan bi xwepêşandanekê protesto kirin.

 

Ozgecan Aslan a ku xwendekara zanîngehê li navçeya Tarsûsê ya bajarê Mêrsînê bû, ji aliyê ajokarê mînîbûsê û du kesên din ve rastî destdirêjiyê hat û piştre ji aliyê heman kesan ve hat kuştin û şewitandin. Kuştina Aslanê li Dêrsîmê digel Hevşaredar Mehmet Alî Bûl û nûnerên saziyên civaka sivîl ji aliyê sedan kesan ve hat şermezarkirin.

 

Xwepêşandana protestokirina kuştina Ozgecan Aslanê, bi tevlîbûna mêran di bin pêşengtiya jinan de pêk hat. Xwepêşanderên ku li Kolana Hunerê li hev civiyan, bi pankarta "Dewlet tecawizkar û kujeran neparêze; darizîne! Emê Ozgecanê û jinên hatine kuştin ji bîr nekin" heta Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Kolana Cûmhûriyetê meşiyan.

Xwepêşanderan li vir rê daxistin û 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û ji bo bîranîna Ozgecan Aslan û jinên hatin kuştin gul û qurnefîl danîn ber bîrdariyê û find vêxistin.

 

Li ser navê xwepêşanderan Fatoş Argin Taşkaleyê axivî û bang li rayedarên Tirkiyê kir û got: "Kujerên ku ew xirabiyana anîn serê Ozgecanê, nabe ku bi cezayê 2-3 salan rizgar bibin! Em ji rayedaran daxwaz dikin ku ev kujerana bi bi heta hetayî werin cezakirin. Ey dewlet, kujer û tecawizkaran neparêze, wan dadgehî bike û darizîne."

 

Fatoş Argin Taşkaleyê di axaftina xwe de rexne li daxuyanî û polîtîkayên hikûmetê jî girt û got: "Parlamenterên AKPê yên ku digotin ku 'Tecawizkar ji jina ku ducanî maye û zarok ji ber xwe girtiye, bê gunehtir e' yek ji kujerên Ozgecanê ne. Hişmendiya ku Ozgecan daye kuştin, ma ne hişmendiya we ye? Ma ne gotinên we û feraseta we ya dadmendiyê, mêran han dide ku bibe tecawizkar û kujerê jinan. Em yeksanî û dadweriya rasteqîne dixwazin."

 

Piştî daxuyaniyê girse hêminane belav bû.








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst