Li Amûdê çandiniya parastî dest pê kiriye

Amûd (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çandiniya parastî û şitilgehên plastîkî tê bikaranîn.


Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, xelkê dest bi corê çandiniya parastî kiriye. Ev çandinî bi rêya şitilgehên plastîkî dibe. Li şitilgehên plastîkî dendik û dexlûdan amade dibin ji bo ku bibin şitilên biçûk û berhem bidin.


Di çandiniya parastî de dendik û dexlûan têne çandin.


Piştî çend rojan ji avdanê ew dendik û dexlûdan dibine şitil û têne veguhastin bo nav zeviyên çandiniyê.


Ji berhemên ku di vê projeyên de têne xwestin: Tomate, xiyar, pêvazên havînê û hin corên sewze û şînahiyên din.


Cotkar jî gazinê ji buhabûna nirxê dendik û dexlûdanan dikin, lê her ew karê xe birêve didibin.


Cotkarê bi navê Elî Îbrahîm wiha got: "Niha em kîsên biçûk dadigirin. Di 4-5 rojan de dexlûdan têne çandin. Êdî em wan avdidin heta 1-5ê Nîsanê. Ew şitil têne veguhastin bo zeviya çandiniyê. Nêzîkî 75 donim tomate, 25 donim xiyar, 20-30 donim qezeh li cem me heye. Piştre emê wan biçinin. Piştî avdana 4-5 rojan emê wan ji bin şitilgehê derxînin."


Cotkar û karmend dexlûdanan di tûrikên biçûk de, li hundirê şitilgeha parastî bicih dikin.


Cotkar Elî Îbrahîm wiha domand: "Me nîv kîlograma dendikên xiyaran bi 15-20 hezaran dikirî. Niha bûye bi 70-80 hezarî. Wate ji me re giran e."


Ew dendik û dexlûdan dibine şitil û li bin siha naylonekê têne avdan û peyînkirin ango semadkirin.


Cotkar Ferhad Ebdo Hesen jî got: "Em li vê derê nêzîkî 200 kezar kîsên tomateyê amade dikin. Xiyar jî nêzîkî 30 donimî hene. Wate nêzîkî 2 hezar kîs jê re divê."


Ji berhemên ku li van şitilgehan amade didibin, tomate, xiyar, pîvazên havînê û hin şînahî û keskahiyên din hene.


Şitilgehên parastî, yek ji corên çandiniyê ye, ku li Rojavayê Kurdistanê têne bikaranîn.