Galeriya wêneyan

16-02-2020
20 Photos

Bi serperiştiya Rêveberiya Tendirustî ya Silêmaniyê li wî bajarî ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê ketine çalakiyek jêr dirûşma “Li Hemberî Penceşêrê Çareseriya Bêyî Sînor” hat sazkirin.

Duh Şemiyê 15ê Sibatê bi boneya Roja Penceşêra Zarokên Cîhanî li Silêmaniyê bo piştgiriya zarokan çalakiyek hat pêkanîn.

Di çalakiyê de wêneyên ji aliyê zarokên bi nexweşiya penceşêrê ketine hatin pêşandan û herwiha şanoyek a zarokan jî hat nimayişkirin.

Li gor amarên Rêveberiya Tendirustî ya Silêmaniyê li wî bajarî ji sala 2019an ve 119 zarokên bi bi nexweşiya penceşêrê ketine hene.