Galeriya wêneyan

16-02-2023
12 Photos
Bilind T. Abdullah

Li bajarê Hatayê yê Tirkiyê, Salona Pêşangeha Navneteweyî ya bajêr niha ji bo mexdurên erdhejê kirine navenda komkirina alîkariyên mirovî.

Gelek rêxistinên herêmî û navneteweyî hene ku ji bo belavkirina alîkariyan dixebitin. Her alîkariyek navneteweyî ya ji bo parêzgarê were şandin wê li Salona Pêşangeha Navneteweyî tê komkirin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Foto: Bilind Tahîr/ Rûdaw