Li Dêrsimê piştî 33 salan rîtuelên Meha Xizir hatin zindîkirin

Dêrsim (Rûdaw) - Li Dersima Bakurê Kurdistanê, piştî bêdengiyeke dirêj, dengê dia û niyazan careke din li çiyayan olan dide.

Li gundê Aşkirekê yê navçeya Pilemûriyê, rîtuelên Meha Xizir a Elewiyan a ku ji salên 90an ve ji ber valakirina gundan ber bi bi windabûnê ve diçûn, bi coşeke mezin hatin zindîkirin.

"Pêwîst e em baweriya xwe ya kevin bi cih bînin”

Weliatiyê bi navê Velî Yildiz li ser vê rojê wiha axivî:

"Pêwîst e em baweriya xwe ya kevn bi cih bînin. Di meh û rojên Xizir de qurbanên xwe datînin ser kadînê, kavutê çêdikin û mirovan vedixwînin malên xwe.

Hinek nîyazê dikin, hinek qurbanan ser jê dikin. Diçin serdana ziyaret û goristanan û çirayan pê dixin.”

Xizir di baweriya Elewiyan de wekî kesê rizgarker, hawarçûyê rojên teng û miradbexş tê dîtin.

Li gorî baweriyê, ew take nebî ye ku di navbera zahir û batin de diçe û tê.

Ji ber wê jî ji hefteya sêyem a kanûna paşîn heta hefteya sêyem a sibatê, ji bo Elewiyan demeke pîroz  wate "Meha Xizir" e û bi vê helkeftê çalakî û rîtulên cûda yên olî dikin.

“Ber bi windabûnê ve diçe”

Hunermend Metîn Kahraman behsa kêmbûna vê rîtuelê kir û got:

"Îro em bi mêvanên xwe re ji bo Xizir hatin cem hev. Ev baweriya me roj bi roj û her sal bêhtir ber bi windabûnê ve diçe.

Em jî dixwazin ev baweriya me di dema berê de çawa dihat jiyîn, em bi wî awayî bi cih bînin û mirovên me jî bi vî awayî pêk bînin.”

Serma û berf e lê beşdaran berê xwe daye malên herî kevin ên gund.

Bi diayan ocax hatin paqijkirin û rîtuelên Meha Xizirê hatin bicihanîn.

Ne tenê Elewî, ji bawerî û bajarên cuda jî beşdar hebûn.

“Em giş ne Elewî ne”

Turkan Cafera ku ji Îzmîrê hatiye got:

"Em ji Îzmîrê hatin, wekî komeke 40-45 kesî hatin vî gundî. Armanca me ew e, em Xizir nedin jibîrkirin û ji bo paşerojê tiştekî ji nifşên nû re bihêlin.

Gelo em hemû di nav vê koma 44 kesî de Elewî ne? Nexêr, em ne Elewî ne. Hevalên me yên din hene, carinan biyaniyekî Alman jî di nav de hebû.

Parvekirin, parvekirina sifreyê ye. Em li heman welatî bi hev re dikin û bi hev re dijîn."

Di roja dawî de luqme hatin belavkirin. Ji ber Xizir di vê baweriyê de sembola parvekirinê ye.

Lê luqme ne tenê dan mirovan, ji bo ajelên li derve jî hatin danîn.

Leyla Karika şêniya gund jî anî zimên:

"Em pir kêfxweş bûn. Me luqmeyên xwe çêkirin, me dan kûçik û ajelan jî. Bi xêra we ev çanda me ya kevin careke din zindî bû."

Çalakiyên Meha Xizir sê rojan berdewam kir.

Xelkê Dêrsimê vê mehê ne tenê wekî rîtuelek olî dibîne, di heman demê de wekî hêmayeke sereke ya parastina nasname û çanda xwe ya qedîm jî dibîne.