Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dibistana taybet Koleja Hurriyetê 650 xwendekar dixwînin.
Taybetiya vê dibistanê ew e ku her xwendekarê li vir dest bi perwerdeyê dike, dersa Kurdî hildibijêre.
Ji bo hînkirina Kurdî ya bi sedan xwendekaran li dibistanê 2 mamosteyên Kurdî hatine erkdarkirin.
Dîwarên dibistanê jî bi nivîsên Kurdî hatine xemilandin.
Li vê dibistana taybet a li Amedê 650 xwendekar dixwînin û her xwendekar bi zanebûn dersa Kurdî hildibijêre.
Bi stranan fêr dibin
Ji bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an ji hînkirina tîpên Kurdî heta hejmar û rengan, ji gotinên pêşiyan heta çîrok û stranên Kurdî têne hînkirin.
Zarok bi stranên Kurdî li dersa Kurdî germ dibin.
Li ser zimanê hemûyan strana “Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî” kêm nabe.
"Yên bi Kurdî dizanin serbilindtir in"
Mamosteyê Zimanê Kurdî Xelat Ertûş diyar kir ku xwendekarên bi Kurdî dizanin xwedî baweriyeke zêdetir in û got:
“Bi awayekî sosyolojîk min tespîtek kiriye; di nava xwendekarên me de, yên ku bi Kurdî dizanin ji ber ku bi zimanê dayîka xwe dizanin, di nava xwendekaran de bêhtir serbilind in.
Jixwe baweriya wan bêhtir e. Her tim li gorî hevalên xwe gavekê li pêş in.”
Di vê dibistana taybet de hêj li korîdoran mirov rastî gotinên bi Kurdî tê.
Nivîsên li ser dîwaran û awazên ku li pişt deriyan bilind dibin, kelecaneke bêhempa çêdike.
"Ez dixwazim hemû zarok hînî Kurdî bibin"
Xwendekarên ku dersa Kurdî dibînin, hestên xwe wiha anîn zimên:
Xwendekarek: “Ez pir ji dersa Kurdî hez dikim. Zimanê me Kurdî ye, ji ber wê ez ji Kurdî hez dikim.”
Xwendekareke din: “Di dersa Kurdî de ez ji çîrokan hez dikim.”
Xwendekareke din: “Ez ji Kurdî pir hez dikim. Ez dixwazim hemû zarok bi Kurdî biaxivin û hîn bibin.”
Xwendekareke din: “Ez bi dêya xwe re bi Kurdî diaxivim, bi bavê xwe re bi Kurdî diaxivim.
Zimanê Kurdî pir xweş e. Ez dixwazim gelek zarok hînî Kurdî bibin.”
Xwendekareke din: “Stranên Kurdî pir xweş in. Pir xweş dibêjin. Ez jî dibêjim.”
Banga birêvebirê dibistanê
Li Amedê ji 100î zêdetir dibistanên taybet hene. Lê tekane dibistana taybet ku dersa Kurdî dide Dibistana Navîn a Hurriyetê ye. Her dê û bavên ku zarokên xwe dibin vê dibistanê, qesta Kurdî dikin.
Birêvebirê Koleja Hurriyetê Wedat Kuşlay bangî malbatan kir û got:
“Em dixwazin ku zarok zimanê xwe baş bizanibin, çanda xwe baş bizanibin.
Bila dê û bavên zarokan jî ji dibistanan bixwazin. Bila daxwazên xwe li dibistanan bikin. Bila dersên Kurdiya bijarte hilbijêrin.”
Li vê dibistanê 2 mamosteyên Kurdî hatine erkdarkirin. Her mamosteyek hefteyê 29 demjimêran dersên Kurdî dide zarokan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse