Li şûna dibistanê diçe nexweşxaneyê: Xeyalên Sorgulê bi alîkariyan ve girêdayî ne
Qamişlo (Rûdaw) - Sorgul Şêxoya 7 salî ji ber nexweşiya Talasemiyê nikare mîna hevalên xwe biçe dibistanê.
Tevî nexweşiya xwe, ew dixwaze bibe bijîşk û şêwekar.
Sorgul Şêxo ji Rûdawê re got, "Ez dixwazim bibim bijîşk û wênesaz da ku xelkê rihet bikim."
Dêya Sorgulê Efaf Mehmûdê diyar kir ku keça wê ji 4 mehî ve tê dermankirin û ji her 20 rojî carekê pêwîstiya wê bi guhertina xwînê heye.
"Mesrefa wê 80 hezar dolar e"
Efaf Mehmûdê her wiha da zanîn ku çareseriya neştergerî ya ku wekî "veguhastina moxika hestî" tê zanîn, gelekî biha ye û metirsiya wê jî heye.
Efaf Mehmûdê got, “Nexweşiya wê Talasemiya mezin e, xwîna wê ya sor dimire.
Ji her 20 rojî em xwînê didinê. Ji çar mehî ve em wê tedawî dikin, xwînê û dermanan didinê.
Neştergeriya ku jê re lazim e 'veguhastina mêjiyê (mox) hestî' ye.
Mesrefa wê digihîje 80 hezar dolaran. Hinekên ku ev emeliyat kirine jî mirine.
Ji bilî mirinê, nexweşiyên wekî yên gurçik û pişikan jî derdikevin.”
Plana Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê
Li Rojavayê Kurdistanê navendên taybet ên şopandina nexweşiya Talasemiyê kêm in.
Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê Museb Elî li ser vê mijarê ji Rûdawê ragihand ku planeke wan a stratejîk a sê salan heye.
Museb El-Elî got,"Planeke me ya stratejîk a Wezareta Tenduristiyê ji bo 3 salan heye û me li ser torên civakî jî belav kiriye.
Armanca serdana me ya niha ew e ku em li rewşa deverê binêrin.
8 birêvebirên navendî yên wezareta me niha li parêzgeha Hesekê ne û armanca me başkirina rewşê ye.”
Pirsgirêka peydakirina xwînê
Heyva Sor a Kurd ku erkê tenduristiya herêmê li stûyê xwe girtiye, navendeke taybet ji bo dayîna xwînê ya ji bo zarokên nexweşên Talasemiyê vekiriye.
Birêvebirê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Pençeşêr û Talasemiyê Ehmed Hacî diyar kir ku Talasemiya mezin pêwîstî bi guhertina xwînê ya her hefteyekê yan her 15 rojan heye.
Ehmed Hacî wiha anî zimên, "Talasemî sê ast in; mezin, biçûk û navîn.
Ya mezin ya herî zehmet e, hemû jiyanê berdewam dike û divê her hefteyekê yan 15 rojan xwîna xwe biguhere. Ji sedî 90 xwîn peyda nabe."
Li Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd 410 zarokên nexweş ên talasemiyê hene ku hewceyê dermankirinê ne.