Li Kirmaşanê hewa metirsîdar e: Hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya Kirmaşanê ragihand ku pênivîsa kalîteya hewayê (AQI) li Kirmaşanê gihîştiye 336 pileyan.
Ev ast ji bo hemû çîn û temenan di asta "metirsîdar" de ye.
Birêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê Seîd Dezfûlînejad ragihand ku rêjeya pirtikên pîs ên hewayê li parêzgehê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Seîd Dezfûlînejad da zanîn ku îro saet 08:00an (bi dema Tehranê), kalîteya hewayê (AQI) li Şabadê gihîştiye asta hişyariyê û 135 pileyan.
Her wiha li Paweyê 247 pile bûye û hewaya wê wekî "gelekî netendurist" hatiye ragihandin.
Kalîteya hewayê (AQI) li bajarên Serpêla Zehawê 164 pile, li Qesra Şîrînê 152 pile û li Kengawerê jî 199 pile hatiye tomarkirin.
Ev ast ji bo tenduristiyê wekî "netendurist" tên qebûlkirin.
'Ji malên xwe dernekevin'
Birêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya Kirmaşanê diyar kir ku ji ber ku kalîteya hewayê gihîştiye 336 pileyan, rewşa bajarê Kirmaşanê ji bo hemû welatiyan metirsîdar e.
Wî daxwaz kir ku heta "pir pêwîst" nebe welatî ji malên xwe dernekevin û li derve negerin.
Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, par li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 58 hezar û 975 kesan ji ber pîsbûna hewayê û bandorên wê mirine.
Ev amar nîşan didin ku pîsbûna hewayê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye metirsiyeke mezin a li ser jiyana mirovan.