Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare û hewa sar e.
Li Qersê piştî berfa ku ji doh bi şev ve bi navber dibariya sayî ket.
Li hinek herêmên bajêr jî bager rabûye.
Keleh û warên li hawîr di binê berfê de mane û dîmenên xweş derxistine holê.
#WÊNE - Li Qersê sermayeke dijwar heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 15, 2026
📸AA pic.twitter.com/wnDNIH8k1b
Erdexan
Li Erdexanê jî berf ket.
Bi ketina berfê re deverên bilind spî bûn.