Amerîka vekişiya, artêşa Sûriyeyê li Baregeha Şedadê bi cih bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Ereban a Sûriyeyê derbasî Baregeha Asmanî ya Şedadê ya li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) bûye.

Li gorî nûçeyê, Amerîka ji baregehê vekişiyaye û radestkirin bi hevahengiya her du aliyan çêbûye.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê piştî hevahengiya bi Amerîkayê re derbasî Baregeha Asmanî ya Şedadê ya li gundewarê Hisîçayê bûye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) li ser zarê Birêvebiriya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê piştrast kir ku baregeh di çarçoveya "pêvajoya hevahengiya li qadê" de hatiye wergirtin.

Baregeh ji sala 2015an ve dihat bikaranîn

Amerîkayê ji sala 2015an ve di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê de li herêma Şedadê hebûna xwe ya leşkerî ava kiribû.

Baregeha asmanî ya li herêmê ji bo piştgiriya lojîstîk, perwerde û hevahengiya operasyonan ji aliyê HSD û hêzên Amerîkayê ve dihat bikaranîn.