Li Rihayê operasyona DAIŞê: 10 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta endamtiya DAIŞê 16 kes hatin desteserkirin û 10 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku tîmên Şaxa Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê, bi serperiştiya Serdozgeriya Komarê li dijî çalakiyên darayî yên DAIŞê operasyonek kir.
Di operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de 16 kes hatin desteserkirin.
Ew piştî karên îfadeyê ji bo Dadgeha Rihayê hatin şandin.
Dadgehê derbarê 10 kesan biryara girtinê da.
6 kesên din jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Di lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku kesên hatine desteserkirin, ji bo endamên DAIŞê yên ku hesabên wan hatine cemidandin pere şandine.
Hat diyarkirin ku ev pere di bin navê "bexşîn" û "alîkariyê" de hatine şandin.