Li Semsûrê çemek di ser re çû: Zevî di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêlikanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, piştî barana gur Çemê Hewşeriyê di ser re çû û zevî di bin avê de man.

Li Bakurê Kurdistanê zivistana dijwar û barana gur didome û li navçeya Cêlikanê ya Semsûrê 3 roj in li dû hev baran dibare.

Ji ber barana gur Çemê Hewşeriyê yê li navçeyê di ser re çû û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Kaniyên miçiqî vejiyan

Zivistana dijwar ji aliyekî ve bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Lê ji aliyê din ve vê zivistanê kanî geş kirine.

Li herêmê gelek kaniyên ku di salên berê de miçiqîbûn, îsal vejiyan.