Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK guh bide Abdullah Ocalan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munihê ragihand, "Hemû welat dixwazin di çarçoveya Îraqeke federal de Herêma Kurdistaneke bihêz hebe."

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Divê PKK guh bide daxwazên Abdullah Ocalan.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanyayê ye û li wê derê daxuyanî da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta Îraqê got, "Tiştê ji destê me tê, em dê ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê bikin."

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku hemû welat dixwazin di çarçoveya Îraqeke federal de Herêma Kurdistaneke bihêz hebe û got, "Em dê bibin faktora sereke ya seqamgiriya li herêmê."

Civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî

Serokê Herêma Kurdistanê behsa civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî kir û got, "Civîna Serok Barzanî û Kak Bafil gelekî erênî bû."

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku civîn destpêkeke gelekî baş bûye.

Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê

Mijara pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pireseke din bû ku ji Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin û wî amaje bi wê yekê kir, "Pirsgirêk gelekî cidî ye, rast e pêvajoyê hinekî xitimî ye lê erênî ye."

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rola PKKyê ya di pêvajoyê de kir û got, divê PKK guh bide daxwazên Abdullah Ocalan.

Mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê peymana Şam û HSDyê de amaje bi wê yekê kir, li gorî rewşa herêmê peyman guncaw e.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ya girîng ew e ku niha peyman were bicihkirin û şêwaza bicihkirinê jî ji bo wan dihêlin.

Pirs û bersiv

Nêçîrvan Barzanî: Bi xêr hatin... Wekî her sal em beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn û em bi hejmarek serok û berpirsên welatên derve re axivîn. Bê guman mijara ku îsal cihê girîngiyê bû, zêdetir mijara Sûriyeyê û her wiha pêkanîna hikûmeta Îraqê bû. Ev mijarên sereke bûn ku hemû aliyan dixwest guh li wan be.

Me tekezî li ser rola xwe ya li Herêma Kurdistanê kir ku em dê bibin faktora aştî û aramiya herêmê. Tiştê ji destê me were em dê li Sûriye û Îraqê bikin, da ku hikûmet zû li Îraqê pêk were û her wiha li Sûriyeyê jî bi heman awayî, li Herêma Kurdistanê jî em dê berdewam bikin.

Siyaseta van welatan a li ser Herêma Kurdistanê ew e ku hemû dixwazin Herêma Kurdistaneke aram û bihêz di çarçoveya Îraqeke federal de hebe. Siyaseta wan ev e û me jî behsa wan astengiyên ku bi Bexdayê re hebûn û wan pirsgirêkên ku hene kir.

Pirs: Ew aliyên ku hûn li vir bi wan re civiyan, çi garantiyekê didin Kurdan û mijarên peymana HSD û Sûriyeyê, her wiha pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di çi qonaxê de ne?

Nêçîrvan Barzanî: Pêşî werin em behsa Sûriyeyê bikin. Bê guman ew pêvajoya ku niha li Sûriyeyê heye, helwesta me ya li Herêma Kurdistanê ew e ku em piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Em dixwazin di vê pêvajoya siyasî ya ku niha di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de heye aliyên din ên Kurdî jî wekî ENKSyê beşdarî wan gotûbêjên siyasî bibin ku niha bi Şamê re tên kirin.

Divê em realîst bin, yanî tiştê ku heye. Bi nêrîna min peymaneke xerab nîne. Li gorî wê rewşa ku li Sûriyeyê derketiye holê û tiştê hatiye kirin û tiştê em dikarin bikin, bi nêrîna min tiştê ku niha heye peymaneke baş e.

Di vê peymanê de helwesta Herêma Kurdistanê ew bûye ku bi berdewamî li ser xetê bûye, bi Tirkiyeyê re, her wiha Cenabê (Mesûd) Serok Barzanî jî bi Serok (Ehmed) Şer re bi berdewamî axiviye. Siyaseta me ew e ku em dixwazin bi awayekî giştî ev peyman bi temamî wekî xwe were bicihkirin û aramî û seqamgîrî vegere.

Tiştê ku em gelekî tekeziyê li ser dikin ew e ku pêwîst e mafên Kurd û hemû pêkhateyên din di destûra Sûriyeyê ya paşerojê de werin çespandin. Ev garantiyek e ji bo ku hemû alî hest bi ewlehiyê bikin. Ev mebesta me ye û em hemû aliyan jî han didin ku di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de peymanê bikin. Ev siyaseta me ya li Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê meseleya aştiyê ya ku cenabê te pirs kir; heta niha jî ez wisa difikirim tiştê ku em dibînin pêvajoyeke gelekî cidî ye. Tirkiye bi awayekî cidî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Dibe ku pêvajo hinekî bi sistî birêve biçe lê ya girîng ew e ku hemû alî pabend bin bi wê yekê ku ev pêvajo bi ser bikeve.

Helwesta Herêma Kurdistanê ew e ku em bi spasguzarî li hewldana hemû aliyan dinêrin, bi taybetî Devlet Bahçelî. Ew hewldana ku di vê mijarê de dide û her wiha Birêz Abdullah Ocalan, tiştê ku niha dest pê kiriye em hêvîdar in bigihîje encamê. (PKK) jî diyar e ku divê çi bike. Divê wan daxwazên Serok Ocalan bi cih bîne. Em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Em destxweşî û spasiya wan kesan dikin ku beşdar in û bê guman di ser hemûyan re spas û pêzanîna me ji bo Cenabê Serok Erdogan heye ku ew bi xwe jî piştevaniya wê yekê dike ku ev pêvajo bigihîje encameke baş.

Pirs: Pirsa Serokkomar dê kengî çareser bibe bibe?

Nêçîrvan Barzanî: Rast e mijar asê bûye wekî ku cenabê te behs kir. Em bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re; nêzîkî 10 rojan berê civîneke gelekî baş di navbera Cenabê Serok Barzanî û Birêz Kak Bafil de hat kirin. Civîn gelekî erênî bû, civîneke serkeftî bû. Rast e civîn piştî demeke dirêj hat kirin lê destpêkeke baş bû.

Beriya ku ez bêm Munîhê, dîsa civîneke din a dualî di navbera Serok Barzanî û Bafil de hat kirin, ez li wir bûm, ew civîn jî civîneke baş bû. Ez wisa difikirim rast e heta niha me li ser ti xalî li hev nekiriye lê tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e, em bi awayekî rast li ser xetê ne da ku em bigihîjin encamekê ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û Îraqê tê de be.

Pirs: Cenabê te alîkar bû ji bo ku Mezlûm Ebdî were vê derê. Piştî civînên we yên girîng, peyama we ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê çi ye? Pirsa min a din ew e ku we bêriya Şam û Helebê kiriye û hûn dixwazin serdana wan bikin. Ew serdan kengî ye?

Nêçîrvan Barzanî: Em ducare bêriya wan deran dikin; em bêriya Qamişloyê dikin, em bêriya Efrînê dikin û bê guman ew bername heye ku em wê serdanê bikin lê nizanim kengî. Peyama me ji bo xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê ev e: Bi rastî piştî tiştên ku hatin serê wan, piştgiriyeke mezin ji hemû Kurdistaniyan li hemû deran ji bo Rojavayê Kurdistanê çêbû. Ev cihê şanaziyê ye ku her Kurd li her derê wê piştgiriyê bibîne.

Niha ya girîng ew e, ew peymana ku hatiye kirin bê bicihanîn û înşalah avedanî, kêfxweşî û karê zêdetir dê li Rojavayê Kurdistanê hebe. Ez li vê derê bi gelek şirket û welatan re, heta bi Almanyayê re jî axivîm, gotina me li ser wê yekê bû ku dem dema wê ye piştî vê peymanê em dest bi avedaniyê bikin, dest bi xweşguzeraniyê bikin. Ez hêviya kêfxweşî, silameti û serkeftinê ji bo xelkê me yê li Rojavayê Kurdistanê dixwazim.

Pirs: Me doh hevpeyvîn bi Wezîrê Karên Derve yê Holendayê re kir û got, ew dixwazin Sûriye aram be û rêz li mafê Kurd û pêkhateyên din bê girtin. Cenabê te bi beşeke zêde ya Ewropî û Amerîkiyan re civiyan. Heman helwesta wan jî ji bo parastina mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê heye? Her wiha Ewropa amade ye roleke mezintir di warê leşkerî yan siyasî de li Rojavayê Kurdistanê bibîne?

Nêçîrvan Barzanî: Bi nêrîna min, piştgiriya siyasî heye. Kes behsa piştgiriya leşkerî ya li wê derê nake. Em piştgiriya nêrîneke siyasî dikin ku ew pirsgirêkên hene di çarçoveya Sûriyeyê de bên çareserkirin. Tiştê min li welatên Ewropayê jî dît, helwesta wan bi vî rengî ye.

Ya girîng ew e ku Şam di vê pêvajoyê de çend sozên xwe bi cih tîne. Pirsa duyem ew e, gelo aliyên Kurd, HSD û ew jî çend amade ne wê peymanê (bi cih bînin). Pêwîstiya vê mijarê bi wê yekê heye ku di warê siyasî de, çi Ewropa û çi Amerîka, ku bi rastî Amerîkiyan jî roleke gelekî baş hebû, her wiha Serok Macron ku roleke wî ya cidî hebû di wê yekê de ku ev peyman çêbibe.

Niha hemû alî hest bi berpirsyariyê dikin di çawaniya bicihkirina vê peymanê de. Ya ku di warê siyasî de girîng e, çawaniya bicihkirina vê peymanê ye. Ducare dibêjim, peyman li gorî wî rastiya ku li Rojavayê Kurdistanê çêbû, ne peymaneke xerab e; peymaneke baş e.

Me negot hemû mafên me piştî sala 2005an di destûra Îraqê de hene lê beşeke zêde ya mafên me li wê derê hebûn. Ew peymana ku derbarê Rojavayê Kurdistanê de heye, dibe ku hemû temam nebe û ne bi dilê me be lê ji bo wê rewşa ku li wê derê hebû, ez wisa difikirim ev destkeftek e ku divê em wekî Kurd li hemû deran piştgiriyê bikin û divê em hewleke cidî jî bidin ku ev peyman were bicihkirin.

Rûdaw: Cenabê Serok gelekî spas ji bo vê derfetê. Hûn bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiyan, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re civiyan, bi berpirsên cîhanê re civiyan, gelo niha derfet ji bo aramî û otonomiyê li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Sûriyeyê de heye?

Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa difikirim belê derfet heye. Derfeta çareseriyê heye lê ew şêwazê ku divê ew li ser li hev bikin, ez wisa difikirim divê em ji bo wan bihêlin. Wate ji bo aliyên Kurd, bi Şamê re. Dema dibêjim aliyên Kurd; mebesta min HSD û ENKS û hemû ew in. Da ku were zanîn digihêjin çi şêwazekî.

Eger pirs bi vî awayî be ku gelo tiştê li Herêma Kurdistanê heye dikare tam wekî xwe li Sûriyeyê hebe? Ev zehmet e û ne hêsan e, ji ber ku cografyayeke bi vî rengî li Sûriyeyê nîne. Pêkhate cuda ne, ne tenê Kurd, divê pêkhateyên din jî bên razîkirin.

Lê tiştê ku niha heye, wekî mînak Serok Şer mersûm ji bo Parîzgarê Hesekê derxistiye. Bi nêrîna min Parêzgarê Hesekê girîng e, ji ber ku Heseke bajarek e Kurd û Ereb jî lê hene. Niha ji bo aliyê Kurdî derfetek e da ku nîşan bide ev parêzgarê hemû pêkhateyên Hesekê ye.

Ev derfet e, eger ew karibe xizmeta Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din jî bike, hemû xelk dê berevaniyê li wî bikin. Lê ev hemû pêwîstiya wan bi gotûbêjeke rêkûpêk heye.

Gotina me bi Kek Mezlûm Ebdî û yên din re jî ev e: Divê hûn di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de beşdar bin. Sûriye paytexta we ye, divê hûn vegerin Sûriyeyê û hewla cidî jî bidin, her wiha wan pirsgirêkên hene, di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de çareseriyê ji bo wan peyda bikin. Siyaseta me ev e, ev gotinên me jî encama ezmûna Herêma Kurdistanê ne. Em van tiştan ji wan re dibêjin, bê guman ew bixwe jî li Munchenê beşdar bû, ez wisa jî difikirim ku hêdî hêdî ber bi wê arasteyê ve diçe.

Pirs: Di du rojên borî de we zincîreyek civîn kirin, di nav de Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, beriya demekê me bi Mezlûm Ebdî re axivî, got: Tiştekî zelal nîne û pênase wekî xwe nayên kirin. Hûn wisa difikirin ku qeyraneke demdirêj li pêş e? Pêşniyara we ji bo paşerojê derbarê pirsa Sûriyeyê de çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: Li vê derê tiştek girîng e, gelo niyeta çareserkirina van pirsgirêkan heye? Li gorî nêrîna min û tiştê min ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Birêz (Eshed) Şeybanî bihîst, her wiha tiştê ji cenabê Serokkomarê Sûriyeyê jî dibihîzin ew e ku dixwazin ev pirsgirêk çareser bibin.

Ev hemû du sê hefte ne ev peyman hatiye kirin, em nikarin bibêjin hemû tişt niha tê bicihkirin, belê pirsgirêk hene, dibe ku pirsgirêkên zêdetir jî derkevin. Li vê derê ya girîng ew e, gelo niyet heye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê? Bi nêrîna min, belê em wê niyetê dibînin, li Şamê heye û bê guman ji aliyê Kurdan ve jî ev niyet heye. Belê girîng e bê bicihkirin û rola me jî dê alîkarî be, da ku em karibin wan nêzîkî hev bikin û bigihêjin çareseriyê.