Îbrahîm Şêxo: Vegera koçberên Efrînî dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Bi peymana Rêveberiya Xweser û Şamê vegera koçberên Efrînî dest pê dike û karwanê yekem dê heta roja înê vegere Efrînê.
Mafnasê Kurd Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku bi hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, ji niha heta roja înê karwanê yekem ê koçberan vedigere Efrînê.
Îbrahîm Şêxo got, karwanê yekem ji 400 malbatan pêk tê û ew dê berê xwe bidin navçeyên Şiyê, Mabeta û Cindirêsê.
Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê kir ku ev pêvajo di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn de tê kirin û karwanê duyem jî ji 600 malbatan pêk tê.